Serdana esnafan a HDP'ê didome

  • 16:16 29 Tîrmeh 2021
  • Rojane
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Bedlîs û Norşînê serdana esnafan kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz di çarçoveya bernameya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Bedlîs û navçeya wê Norşînê serdana esnafan kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
 
Serdana esnafan hat kirin
 
Salîha û Mîthat bi eleqeyek mezin ji aliyê esnafan ve hatin pêşwazîkirin. Esnafan pirsgirêkên xwe ji hevserokan re vegotin û polîtîkaya hikumetê ya aboriyê û ji bo esnafan rexne kirin û xwestin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Hevserokan jî got ji bo çareseriya pirsgirêkên esnafan dê di nava çareseriyê de bin. 
 
Salîha û Mîthat piştî serdana esnafan çûn kargehên tekstîlê û serdana karkerên tekstîlê kirin. Salîha û Mîthat dê êvarê li Bedlîsê beşdarî civîna gel bibin.