Li Mexmûrê Koma 113’an çalakiya greva birçîbunê dewir girt

  • 11:35 29 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin 224 roj in didome Îro koma 113’an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 224 roj in berdewam dike îro koma 113'emîn dewr girt. Çalakiya gireva birçîbûnê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
'Bêdengî dibe sedema êrîşên hîn zêde'
 
Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê êrîşên PDK’ê yên li ser qadên parastinê yên medyayê bi daxuyaniyekê şermezar kir û çalakiya xwe dewrî koma 113’emîn kir. 
 
Li ser navê koma çalakvan Xantur Kara daxuyanî xwend û wiha got:
 
"Divê em bi serkeftinê şehîdên xwe bi bîr bînin. Di heman demê de, dema em hinek caran ji rastiya şehîdan dûr dikevin, di wan deman de dijmin dikare bi hêsanî bikeve mêjiyê me û me birizîne. Ango kes an jî civaka şehîdên xwe bi bîr neyne, li hember mîrateya wan nebe xwediyê helwesteke daîmî, nikare xwe ji tunebûnê, ji rizandinê û ji bêrûmetiyê biparêze.
 
Têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê tê dayîn û bi berdêlên gelek bi nirx xwe gihand asta niha, lewma jî îro di qonaxên giran û dîrokî re derbas dibe. Di her qonaxê de bi hezaran şehîd hatin dayîn u bi wê ve girêdayî derbên mezin li pergala dagirker hatine xistin, di serî de dewleta tirk û rejîma wê ya faşîst a AKP-MHP'ê ber bi tunebûnê ve dibe.
 
Bîranîn, tenê weke kêliyeke demê pêk nayê, bîranîn di wateya pêkhatina rastiya civakî de ye. Îro Kurdistan ji aliyekî ve bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn, ji aliyê din ve jî bûye navenda pêşxistina rizgariyeke demokratîk û avakirina jiyaneke azad. Ev jî hemû bi saya felsefeya Rêber Apo û keç û xortên ku bawerî bi Kurdistaneke azad anîne pêş ketiye. Lewra jî goristanên şehîdên me bûn armanca êrişên herî berfireh û kirêt. Îro jî êrişên dij exlaqê mirovahîyê li hember gêrilayên azadîya Kurdistanê pêk tên.
 
Bêguman her bêdengî dibe sedem ku rejîma faşîst a dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye, êrîşên hîn zêdetir bê exlaq û hovane pêk bîne. 
Her kêliya  ku ji berxwedanê dûr tê derbaskirin gefên li ser Kurdistanê zêde dibin. Her kêliya ku bê berxwedan, bêyî jiyîna rastiya şehîdan derbas dibe, ji dijminê Kurdê azad re dibe hêz. Di vê çarçoveyê de êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên li Kurdistanê têne kirin armanceke xwe hene. Dewleta tirk dixwaze li her derê îradeya gelê kurd bişkîne û bielîmîne bênirxiyê. Li Avaşîn, Zap û Metînayê rihê Apoyî ku têk naçe dibe xeleka zindî ya  heqîqeta xeyalên şehîdan. Lê belê li beranberî vê misyona fedayî ya gêrilayên Kurdistanê, PDK her carê hewil dide ku êrîşên tirk rewa nîşan bide. Ji ber wê jî PDK li qadên ku gêrila lê heyî  êrîşên dagirkerîyê dan destpêkirin, bi wê ve girêdayî li qadên ku gêrila heyî, avakirina baregehên leşkerî dide diyarkirin ku rê ji dewleta tirk re vedike, ji bo faşizma Erdogan û çeteyên wî bigihije armanca xwe. Rexmê ku ji bo PDK'ê, ji aliyê Tevgera Azadiyê, sazî û dezgeyên siyasî û civakî ve hişiyari hat kirin jî lê belê PDK di îxaneta xwe ya li beranberî kurdan de israr dike, ji bo wê jî li gel dewleta tirk hewl dide bi heman plan û taktîkana ji Başûr ve têkeve van qadên di bin serweriya gêrila de. PDK di her kêliyê de, qasî ku ji destê wan te zêdetir dixwazin ji nû ve xîyaneta xwe zindî bike û li beranberî têkoşîna rêxistinê ya bêhempa bi rêya  îstixbaratê pêşengên tekoşina azadiyê ji bo dijmin destnîşan dike û dike hedef.
 
Şehîdên me li welatê xwe, li dîroka xwe, li hezkirina xwe, bi canê xwe xwedî derketin. Loma divê em wek malbatên şehîdan, wek gelê Wargeha Ş.Rustem Cûdî ya Mexmûrê û wek tevayî gelê kurd yê welatparêz li rêbertiya xwe û gêrilayên xwe xwedî derbikevin, ji bo em jî bikaribin azadiya xwe qezenc bikin. Divê îro ji her demê zêdetir wek gel û civak em rêxistina xwe xurt bikin û bikaribin xwedî li keda  ku şehîdan dayî avakirin derbikevin.
 
Her der ji bo me Zap, her der Avaşin û her der Metîna ye. Li ser vê bingehê wekî Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) bang li tevayi gelê kurd u dostên gelê kurd dikin li beranberî xiyaneta PDK'ê bibin yek deng, yek ziman û em yekîtiya xwe a neteweyî ava bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Zap, Avaşîn, Metînayê","Bijî yekîtiya kurdan","Bimre dagirkerî û îxanet" bi dawî bû.