'Em dikarin bi yekîtiyê rê li ber êrişên nîjadperest bigirin'

  • 09:02 29 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Li gel êrîşên nîjadperest ku li hemberî kurdan zêde dibin, zimanê hikûmetê yê nefretê û ji nedîtîvehatina darazê jî ji van êrîşan re dibe bingeh. Jinên ku bertek nîşanî êrîşan dan, diyar kirin ku êrîşên li Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê bi yekîtiya neteweyî dikarin bên astengkirin. 
 
Li bajarên Tirkiyeyê êrîşên nijadperest li hemberî kurdan zêde dibin. Piştî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîş roj bi roj zêde bûn û li ser avahiya HDP'ê ya Muglayê jî êrîş pêk hat. Piştî van êrîşên li ser HDP'ê vê carê jî li Konya, Enqere û Afyonê nijadperestan êrîşî kurdan kir û di encamê de kesek hat qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn.  
 
Herwiha êrşên dewleta tirk li Herêma Federal a Kurdistanê jî berdewam dikin û bêdengiya PDK'ê li heberî van êrîşan jî dibe sedema bertekên gel. Partî, sazî û dezgehên kurdan jî diyar dikin ku tenê bi yekitiya netweyî dikare rê li ber van êrîşan bê girtin. 
 
Jinan, li hemberî êrîşên li ser Gelê Kurd banga yekitiyê kirin. 
 
'Encama tecrîda li Îmralî û ya li ser gel e'
 
Parlamentera DHP'ê ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku ji ber kurd nabin yek ev êrîş tên kirin û got, "Êrîşên li heberî kurdan roj bi roj zêde dibin û berdewam dikein. Bi van êrîşan re dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Qetilkirina Denîz Poyraz û êrîşên nijadperst ku li Konyayê li hemberî kurdan hatin kirin mirov nikare wan ji hev cuda bigire dest. Zimanê siyasetê yê li hemberî civaka kurd bandorê li ser kolanê jî dike. Dixwazin ku kurdan bikin hedefa êrîşan. Ev tiştên tên jiyîn hemû encama tecrîda li Îmraliyê û bi giştî ya li ser civakê ye. Li dijî van hemû pêkanînan zarokên kuran bi mehan e li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Li hemberî van hemû êrîşan divê ku em yekitiya netweyî ji xwe re bikin mertalê parastinê."
 
'Êrîş tenê dikarin bi yekitiya neteweyî bi dawî bibin'
 
Hevseroka Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (MED -DER)  Şîlan Elmas Kan jî paşeroja polîtîkayên êrîşkar ên li ser kurdan bi bîr xist û got, "Heta ku kurd hebûna xwe ya dîrokî; zimanê xwe neparêzin û tifaqa xwe çê nekin ew ê herdem bibin hedefa êrîşan. Ji ber ku kurd nebûne yek di tevahiya dîrokê de bûne hedefa êrîşan, hatine qetilkirin û nebûne xwedî statuyek.  Ji ber wê ev êrîş tenê bi yektiya netweyî dikarin bên bidawîkirin. Yekitiya netweyî mecbûyrî ye û divê jinên kurd ji vê re pêşengtiyê bikin."
 
'Kurd dikarin bersiveke xurt bidin van êrşan'
 
Mamosteya Zimanê Kurdî Remziye Onel jî got ku bi salan e pêdiviya kurdan bi yektiya netweyî heye û ji ber ku ev yekitî pêk nayê jî her ku diçe êrîşên li ser wan zêde dibin. Remziye wiha got, "Li dijî êrîşan rêyek tenê heye û ew jî yekitiye. Heta ku kurd hebûna xwe ispat nekin wê êdî nema karibin li ser axa xwe jî bijîn. Ji bo çareseriya pirsgirêkê yektî pêwist e. Dema ku kurd xwe bikin yek wê wê êrîşên li ser wan jî bidawî bibin. Divê kurd li dijî êrîşan hêza xwe bikin yek û li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin."