ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 29 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Malbata girtiyê siyasî Fatih Baran ê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Eregliya Konyayê hat kirin diyar kir ku ev nêzî mehekê ye Fatih di hucreya yekkesî de tê girtin û loma 12 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye û got Fatîh aniye ziman ku mudurê girtîgehê wan mijûl dike û got ew ê dev ji gereva birçîbûnê bernede. DÎMEN HEYE
 
* Li gel êrîşên nîjadperest ku li hemberî kurdan zêde dibin, zimanê hikûmetê yê nefretê û ji nedîtîvehatina darazê jî ji van êrîşan re dibe bingeh. Jinên ku bertek nîşanî êrîşan dan, diyar kirin ku êrîşên li Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê bi yekitiya neteweyî dikarin bên astengkirin. DÎMEN HEYE
 
*Êrişên nîjadperestî yên li dijî gelê kurd her ku diçe zêdetir dibe. Vê carê jî li navçeya Elmadag a Enqereyê li dijî malbateke kurd a ji Gevera Colemêrgê ye êrişa nîjadperestî pêk hat. Li gor agahiyên me bi dest xist polîsan gefa "Ez bixwazim ez dikarim te bi çekê bikujim" li malbatê xwarine. Her wiha cîranên malbata kurd bi gotina "Tu ji diya xwe re bêje ez ê te di bin axê kim" gef li malbatê xwarine. 
DÎMEN HEYE