Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn a 3 mehan hat eşkerekirin

  • 15:14 28 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE  - ÎHD’ê rapora sê mehan a girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir û di raporê de hat gotin ku lêdana li girtiyan, zext û qedexeyên li ser girtiyan zêde bûye. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê rapora binpêkirinên mafan a sê mehan ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn qewimîne eşkere kir. ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwend û got rapor di encama serdanên bo girtîgehan, nameyên girtiyan û serlêdanên malbatan amade kirine. Nuray da zanîn ku di meha nîsan, gulan û hezîranê de 42 serlêdan ji bo komeleya wan çêbûne û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin bi sazî û dezgehên eleqedar re nivîsên pêwîst şandine. Nuray bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi dawîkirina tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî tevî hemû binpêkirinan jî didome.
 
Bi hezaran kes di girtîgehan de ne 
 
Nuray destnîşan kir ku li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan di girtîgehan de 287 hezar û 94 kes girtî ne û got: “Li girtîgehan 240 hezar û 204 zilam, 9 hezar û 502 jin û 564 zarok hikumxwarî ne. Her wiha 33 hezar û 967 zilam, hezar û 781 jin û hezar û 76 zarok jî girtî tên darizandin. Di mehên nîsan, gulan û hezîranê de 17 girtî li girtîgehên cuda yên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane. 2 girtî ji ber nexweşîna wan giran bûye, tê îdiakirin 5 girtiyan întîhar kiriye û 9 girtî jî ji ber vîrûsa koronayê û kesek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.” 
 
Nuran got ev rapor ji Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T Jimara 1’an, Girtîgeha Dînara Afyonê ya Tîpa T, Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F, Girtîgehên Bunyana Kayseriyê ya Jinan û Tîpa T Jimara 1’an û 2’yan, Girtîgeha Kirikkaleyê Tîpa F, Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa E, Girtîgeha Eregliya Konyayê ya Tîpa T, Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F a Jimara 1’an û 2’yan pêk tê. 
 
Binpêkirinên mafan di lutkeyê de ne
 
Nuran di berdewamiya raporê de xal bi xal binpêkirinên mafan eşkere kir û destnîşan kir ku li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 41 jinên girtî di nav de herî kêm 264 girtiyên nexweş hene. 
 
Nuray bal kişand ser mafên tenduristiyê û got girtî ji mafên tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Çevîrmen di raporê de anî ziman ku lêdana li girtiyan, zext û qedexeyên li ser girtiyan zêde bûne.