Egitim Sen çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar

  • 13:42 28 Tîrmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Şaxên Egitim Senê yên 1, 2, 3 çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ev 142 roj in nobeta xwe ya edaletê didomînin.
 
Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di roja 142'emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, piştî ku bi ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin re bi telefonê axivîn, hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Şaxên 1, 2, 3 yên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan çalakiya wan. Malbatê, heyeta Egîtîm Senê bi dovîzên li ser wan "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo herkesî edalet" û "Em edaletê dixwazin" nivîsandî pêşwazî kir. Rêveberên şaxên SES û Egîtîm Senê yên Rihayê jî tevlî heyeta Amedê bûn û bi wan re serdana malbatê kirin. 
 
'Li vê dewletê edalet tune ye'
 
Emîne Şenyaşar, qala tiştên ku roja komkujiyê hatine serê wan û têkoşîna xwe kir û bi van gotinan bertek nîşanî polisên ku axaftina wê kişandin da: "Kesên ku me qetil kirin li Pirsûsê digerin. Li şûna ku hûn me dişopînin wan bişopînin. Dewlet li ku ye? Li vê dewletê edalet tune ye."
 
'Tenê daxwaza wan cihdîtina heq û edaletê ye'
 
Piştî Emîne Şenyaşar li ser navê heyeta Egîtîm Senê Rêveberê Şaxa Hejmara 2'yem a Amedê Fesîh Zîrek axivî û ev tişt got:"Li ku û li kê dibe bila bibe divê heq û edalet cihê xwe bibîne. Demeke dirêj e malbat bi daxwaza edaletê li vir rûniştiye. Malbat dixwaze ku kî sûcdar be bila sûcê wî bê tespîtkirin û cezayê xwe bikişîne. Tenê daxwaza wan cihdîtina heq û edaletê ye. Em jî weke sendîka vê dibêjin; kî, li ku û çawa dibe bila bibe divê heq, hiqûq û edalet cihê xwe bibîne."
 
'Em bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin '
 
Piştre Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobetê digire jî wiha axivî:"Li dijî tiştên pêk hatine têkoşîna me ya edaletê bi piştevaniyê didome. Em li vir têkoşîneke mafdar didin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê karmendan komkujî pêk hat. Ambûlansên ku em tê de bûn parçe parçe kirin. Gule bera tekerên wan dan. Kesên ku ev sûcê mirovahiyê kirin diyar in. Ji ber ku parlamenterekî desthilatê jî tê de heye em dozgerekî wêrek ku dosya vebike nabînin. Me duh xwest bi 8'emîn dozgerê ku li dosyaya me dinêre re hevdîtin bikin lê mixabin me ew nedît. Bi sedan parêzer dosyayê dişopînin lê muxatabek nayê dîtin. Ev doz wiha dewam nake. Em bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin û spasiya kesên ku tên serdana me dikin."
 
Heyetê ji bo demekê bi malbatê re nobet girt û piştre ji cihê çalakiyê veqetiya.