Şêniyên Mexmûrê çûn serdana çalakvanên greva birçîbûnê

  • 11:15 28 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja xwe ya 223’yan de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 112’an di roja 223’yan de berdewam dike. Çalakiya  li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û kesên diçin serdanê moral didin çalakvanan.
 
'Tu hêz nikarin me ji doza me dûr bixin'
 
Li ser navê girseya gel Oznur Kaya da zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir:"Em çalakiya we li Rêber Apo û we hemû çalakvanan pîroz dikin. Armanc û daxwaza me azadkirina serokatiya me ye Heta ku em Serokatiya xwe azad nekin û di nava xwe de nebînin her wiha xeberek jê negirin em tucar dest ji çalakiyên xwe yên demokratîk bernadin. Em hêvî dikin ku ev çalakî serkeftî derbas bibe. Tu hêz û tu dewlet nikarin me ji doza me dûr bixin. Ev êrîşên topyekun li ser çiyayên me tên kirin ne jêhatîbûna dewletan e, ev binkeftina wan dide diyarkirin. Nikarin li beranberî gerîla şer bikin ji ber wê yekê bi çavsorî, bi awayekî hovane êrîş dikin, bombebaran dikin. Bîr û baweriya me xurt e em heta dawî li gel serokê xwe û gerîlayên xwe ne û serkeftin a gelê kurd e." 
 
'Hêzên ku hevkariya dijmin dikin, divê li xwe vegerin'
 
Li ser navê koma 112’an jî Seyfeddîn Fendîk di destpeka axaftina zwe de xêrhatina gel kir û wiha got:"Çalakiya ku bi pêşengtiya girtiyên zindanan hat destpêkirin de û belavî derve buyî, ji bo em jî li kêleka wan cih bigirin me dest bi greva birçîbunê kir. Her wiha bêmafiya tê kirin nayê pejirandin û ji bo  Rêber Apo bi awayekî fîzîkî rizgar bibe wê çalakiyên me berdewam bikin. Êrîşên ku li ser heremên parastinê tên kirin nayên pejirandin û em wan hêzên hevkariyê bi dijmin re dikin şermezar dikin. Divê ew hêzên ku hevkariya dijmin dikin li xwe vegerin. Ger li xwe venegerin wê di dîrokê de bên reşkirin. Hevalên ku li hember zilmê  li berxwe didin em serkeftinê ji wan re dixwazin û em bi hêvî ne ku wê serkeftin bibe ya gelê mazlûm."