Berfîna polîsan îşkence lê kirin: Êriş li dijî daxwaza edaletê ye

  • 09:07 28 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Berfîn Polat a endama LOB'ê ya ku di çalakiyên sersala 6'emîn a Pirsûsê de hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve milên wê hat şikandin da zanîn êriş li dijî daxwaza edaletê ye û wiha got:"Milê me bê şikandin jî em ê wêneyê 33'yan hilgirin û xeyalên wan bidomînin."
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi êrişa DAÎŞ'ê 33 rêwiyên xeyalan jiyana xwe ji dest dan. Bi munasebeta 6'emîn salvegera qetilkirina 33 rêwiyên xeyalan hat xwestin li Kadikoyê çalakiya bîranînê bê lidarxistin lê belê polîsan êriş kirin. Piştî daxuyaniya Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya li Kolana Halitagaya Kadikoyê rêxistinên ciwanan xwestin bimeşin ber Operaya Sureyyayê lê belê polîsan bi gaza îsotê û TOMA'yê êriş bir ser girseyê. Bi îşkenceyê 60 kes hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi derbên plastîk êrişî kedkarên çapemeniyê kirin. Di dema binçavkirinê de jî êrişa polîsan dewam kir. 
 
Gelek kes bi derbên plastîkê û bi piînên polîsan jî gelek kes birîndar bûn. Di van êrişan de milê endama Yekîtiya Xwendekarên Dibistana Amedekariyê (LOB) Berfîn Polat şikiya. Berfîna ku rakirin Nexweşxaneya Bayrampaşayê nehat tedawîkirin û rapora lêdanê ji bo wê nehat dayin. Berfînê bi halê xwe yê ku milê wê şikestibû bi ser de jî bi kelepçeya berovajî hat cezakirin. Berfînê têkildarî tiştên ku bi serê wê de hatine ji ajansa me re nirxandin kir û diyar kir ku ev êriş êrişa li dijî daxwaza edaletê ye û ew ê edaletê li kuçeyan bi dest bixin. 
 
'20'ê Tîrmehê ji bo me roja hesabpirsînê ye'
 
Berfînê da zanîn ku li Pirsûsê hat xwestin xeyalên rêwiyên xeyalan bên qetilkirin û wiha girîngiya bîranîna Pirsûsê anî ziman:"Hevalên me çûbûn ji bo avakirina bajarekî hatibû hilweşandin. Çûbûn dest bidin Şoreşa Rojava û jiyaneke nû ava bikin. Wekî Ezgî gotibû rastiyeke Şoreşa Rojava heye. Em nikarin vê yekê ji nedîtîve bên. Ev 6 sal in li van kuçeyan em wekî malbat û hevalên rêwiyên xeyalan têkoşînê  mezin dikin. Em edaletê ji kesên me qetil kirine hêvî nakin. 20'ê Tîrmehê ji bo me roja hesabpirsînê ye."
 
'Fermandarê wan fermana lêdanê dida'
 
Berfînê diyar kir ku piştî daxuyaniyê wan xwestine bimeşin lê belê polîsan beriya meşê amadekariya êrişê kirine û wiha domand:"Min kirin bin çavan û bi erdê ve kaş kirin. Her wiha derba plastîk jî berdan min. Fermandarê wan gotin vêya ji wesayetê daynin û îşkence li min kirin. Tevî milê min ê şikestî jî îşkenceya kelepçeya berovajî li min kirin. Li hundur nexweşxaneyê jî îşkence li me kirin. Welatiyên li derve dema bertek nîşanî êrişan dan vê carê polîsan heqaret li wan kirin û bi ser wan de diqêriyan. Birînên me li nexweşxaneyê nekirin nava raporê. Serê me li caman dixistin û nedihiştin em parêzerên xwe bibînin. "
 
'Ji ber polîsan êriş kiribûn nexweşxaneyê rapor neda'
 
Berfînê da zanîn ku ew piştî pêvajoya binçavkirinê çûne nexweşxaneyê lê belê bi hinceta "êrişa polîsan e" rapor nedane wan û wiha got:"Ev êriş li dijî daxwazên edaletê ne. Ew dibêjin qey bi van êrişana em ê gavê paşde biavêjin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û li kuçeyan bin. Milê me bê şikandin jî em ê wêneyê 33'yan hilgirin û xeyalên wan bidomînin. "
 
Herî dawî Berfînê bang kir ku hemû kes piştgiriyê bidin doza Pirsûsê ya dê di 23'yê Îlonê de bê dîtin.