ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 28 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Havva Aksal a 46 salî debara xwe bi dikana sebze û mêwe dike. Havvaya ku di heman demê de beşa Îlahiyatê ya Zanîngehê dixwîne wiha dibêje: "Divê jin xwe ji rolên hişmendiya civaka serdest a mêr rizgar bike û di rêya xwe de bimeşe. Bila jin li pey xeyalên xwe herin."
DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên têkildarî zêdebûna êrişên nîjadperest ên li Anatolyaya Navîn nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku gotinên îktidar û alîgirên îktidarê nîjadperestiyê sor dikin û wiha gotin:"Ji bo nîjadperestî bi dawî bibe divê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike."
DÎMEN HEYE
 
*Endama Damezrîner Komeleya STAR a Jinê ku li Wanê projeya "Em Tundiyê Asteng dikin" a li hemberî her cureymê tundiyê rêve dibe Meryema Aslan, diyar kir ku têkoşîna bi tundiyê re tenê ne karê komeleyan e û got, "Dema ku em hêza xwe bikin yek em ê karibin li mafê xwe yê jiyanê xwedî derên." DÎMEN HEYE
 
*Berfîn Polat a endama LOB'ê ya ku di çalakiyên sersala 6'emîn a Pirsûsê de hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve milên wê hat şikandin da zanîn êriş li dijî daxwaza edaletê ye û wiha got:"Milê me bê şikandin jî em ê wêneyê 33'yan hilgirin û xeyalên wan bidomînin."
DÎMEN HEYE