Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayin

  • 15:21 27 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji bo Denîz Poyraz a di êrişa nîjadperest a li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayin. 
 
Ji bo Deniz Poyraz a di encama êrişa nîjadperest  a Onur Gencer a li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayin. Di mewlûda roja 40'emîn a qetilkirina Denizê hat dayin de pankarta "Em hemû Deniz in em hemû HDP'yî ne" hat vekirin. Rêveberiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk  (HDK) a Îzmîrê û gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn. 
 
Ew ê mewlûd heta êvarî bidome.