Meşa azadiyê ya jinên Êzidî

  • 15:01 27 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Êzidî yên li Sûka Kevin hatin gel hevdu û heta lufên çiyayê Şengalê meşiyan li vir çarşefên reş dan ber agir. 
 
Li gor nûçeya NûJINHA'yê Suka Kevin a Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi sedan jinên Êzidî dema berê xwe didan lufên çiyayê Şengalê ji aliyê Çeteyên DAIŞ’ê ve hatin girtin, bi zincîran ew ji bo firotin û kûştinê birin. Sala 2015’an li heman sukê Gerilayên HPG’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi berxwedaniyeke mezin Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Îro jî jinên Êzidî bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî li heman sûkê bi boneya salvegera fermana 74’an meşiyan. 
 
3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li serê civaka Êzîd anî. Di fermana ku ji derveyî gorên komî û kesên bi şêweyên cûda cûda hatine qetil kirin de, bi hezaran jinên Êzidî hatin kuştin û li bazaran hatin firotin. Her wiha nêzî 7 hezar kesî hatin revandin. Tê texmînkirin ku ji wana hezar û 117 kes hîna di destên çeteyê DAIŞ’ê de ne. Heta niha 3 hezar û 300 kes jî ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgar kirin. Li ser fermanê re 7 sal derbaz bû, jinên Êzdî bê navber ev 7 sale ji bo tola fermana 74’an hilînin li ser piyane. Îro bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxane (TAJÊ) jinên Êzidî li Suka Kevin a Şengalê ya ku di rojên feranê de hewar û qêrîna jinan jê bilind dibû, bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî ji bo salvegera fermana 74’an meşiyan. Di meşa ku tê de jinan cilên reş li ber xwe kirî û destên xwe bi zincîran girêdayî de jinan posterên li ser nivîsên weke “Yekitî û têkoşîna jinan pêşîgirtina fermana ne” û “Bimre Îxanet” li gel fotoyên rojên fermanê bilind kirin. Jinan bi hêrseke mezin dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Divê Xweserî” berz kirin. Jinên di meşê de axivîn anîn ziman ku tenê ew bi têkoşînê dikarin pêşî li fermanan bigirin. 
 
'Bila hemû kes jenosîda li ser Êzidiyan nas bikin'
 
Endama TAJÊ Şemê Remo di derbarê pilan û fermana 74’an a li ser civaka Êzdî de anîn wiha got: "Îro ji bo salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an me li Suka Kevin meşek li dar xist. Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin, ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Ev 7 sal derbas bû hîna Jenosîda li ser Êzidîyan nehatiye pejirandin. Çima ji ber em Êzidî ne. Em ê têkoşîna xwe bikin ku tevahî cihan jenosîdê erê bikin, ji ber li pêş çavê tevahî cîhanê ferman pêk hat."
 
'Em dikarin bi têkoşînê pêşî li fermanan bigirin'
 
Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî bi van gotinan qala fermanê kir:"Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li vê sûkê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Em îro ji bo wan dimeşin, di heman demê de ji bo em fermanê bibîra tevahî cihanên bînin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şûnde em heta ku xweseriya xwe ava nekin em ê her têkoşîna xwe bidomînin, ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin."