Li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê Deklerasyon: Îtîraza jinên kurd

  • 09:01 27 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - Jinên ku li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê û deklerasyona derbarê pirsgirkên herêmê de nirxandin kirin, bi taybetî destnîşan kirin ku li herêmê polîtîkayên şerê taybet di ser jinan re tên rêvbirin. 
 
Li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê Serkomar Recep Tayyîp Erdogan û bi temamî ji holêrakirina wê ya di 1'ê Tîrmehê de têkoşîna jinan berdewam e. Di pêşengiya Komeleya Van Star a Jinê, Komeleya Jinan a Rosayê û Mala Jiyanê ya Rihayê de di 22'yê Hezîranê de li dijî fesihkirina peymanê û ji bo ku balê bikişînin ser pirsgirêkên jinên kurd kampanya îmzeyê hat destpêkirin. Kampanya bi sernavê "Li dijî Fesihkirian Peymana Stenbolê Deklerasyon" ku 229 saziyên sivîl îmze kirin, di 1'ê Tîrmehê de bi raya giştî re hat parvekirin.  
 
'Metnê îtîraza jinên kurd'
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku piştî fesihkirina Peymana Stenbolê ya di 20'ê Adarê de hat parvekirin û heta 1'ê Tîrmehê ku peyman bi temamî ji holê hat rakirin wan bi jinan re xebatên cûr bi cûr meşandine, hemû metnên azadîxwaz û ji bo wekheviyê hatine weşandin îmze kirin û got, "Meclisa Jinan a HDP'ê û Baroyan ji bo îptalkirinê serî li Dadgeha bilind dabûn. Li Kurdistanê wekî rêxistina jinê kesên ku serlêdan kiribûn tune bûn û ji ber wê me jî wekî komele serlêdan kir. Ji ber ku em di fikra divê metenekî îtîrazyê yê jinên kurd jî hebe de bûn, me jî wekî Komeleya Jinan a Wan Starê, Mala Jiyanê ya Rihayê û me bixwe me deklerasyonek ava kir û ji bo îmezeyê ji saziyên sivîl ên herêmê re vekir.  Me piştgiriyeke mezin dît. Jinên kurd ji ber nasnameya xwe bi her awayî tundî li wan tê kirin û me xwest ku di vî warî de belgeyek hebe."
 
'Me xebatên xwe bi deklerarsyonê ragihandin'
 
Adalet anî ziman ku jiyana xwe jidestayîna mirovan ji ber xizmet bi zimanê wan ji wan re nehatiye dayîn, tundiya erkdarên dewletê, tundiya polîs û leşkeran a li hemberî jinan hemû di deklerasyon de parvekirine û berdewam kir, "Me qadên xwe yên xebatê di deklerasyonê de nîşan dan û xebatên me berdewam dikin. Li herêmê jin tenê ne ji ber zayenda xwe ji ber nasnameya xwe ya kurd jî tundî li wan tê kirin. Her mijara ku me di deklerasyonê de nîşan daye ji bo me girîng e û mijara têkoşînê ye. Li hemû aliyê Kurdistanê şîdet tê kirin. Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî vê tundiyê bidomînin. Em Tevgera jinê fesihkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin." 
 
'Di serî de meşrû dikin piştre di warê hiqûqî de sererast dikin'
 
Adaletê destnîlan kir ku bi derxistina 4'emîn Pakêta Darazê re ku tundiya zayendî ya li heberî jin û zarokan divê bi delîlên şênber bê ispatkirin rewşeke kambaxe û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Niha jî em dibihîzin ku li ser qanûna 6284'an dixebitin. Ev rewşeke xirab e. Ji ber ku qanûna 6284 qanûneke bi Peymana Stebolê re hatiye derxistin e. Ew ê nesekinin û êrîşî hemû destkeftiyên me bikin. Em ê jî têkoşîna xwe bidomînin. Her tiştî di serî de meşrû dikin û piştre bi rêya hiqûqê sererast dikin." 
 
'Li Kurdistanê pergal cûda tê rêvebirin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Ure jî got ku ji bo îmzekirina Peymana Stenbolê keda jinan zêde ye û di axaftina xwe de wiha got, "Dewlet naxwaze jin li ser piyên xwe bisekinin. Jin tên qetilkirin û ev pergal jî destûrê dide û hêzê dide mêran.  Herdaîm ji bo qetilkirina jinan hinceteke wan heye .Gotinên AKP'ê jinan ber bi întîharê ve daf dide. Li Kurdistanê pergal cûda tê rêvebirin. Dijminantiya AKP -MHP'ê ya li hemberî jinan xwe di warê tundiyê de bi derxistina pêş a leşker û polîsên dewletê ku jinan qetil dikin nîşan dide. Wekî qetilkirin Îpek Er a ji aliyê çawîşê pispor  ve,  Li Şirnex, Wan û Colemêrgê her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin. Çareserî di dest jinan de ye û mezinkirina têkoşînê ye."
 
'Naxwazin ku jin xwedî alternatîf be'
 
Zeynebê diyar kir ku li ser kurdan şerekî taybet tê meşandin, li gel ku Komeleya Jinan a Rosayê ya jina ye jî derbarê wan de gelek doz hatine vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin hemû saziyên jinan girtin. Naxwazin ku alternatîfên jinan hebin .Em ê li dijî van hûm pêkanînan gundi bi gund, tax bi tax bigerin û xebatên xwe bidomînin."
 
'Em jin û kurd in em ji bo wan xeter in'
 
Zeynepê diyar kir îqtîdar dixwaze pergaleke jin dernekevin derve, tevli siyasetê nebe ava bike û ji ber ku jinên kurd jî dixwazin pergaleke azad ava bikin ji wan ditirsin û berdewam kir, " Em diçin kîjan herêmê rewş xeter e. kuştina jinan bê ceza tê hiştin. Dema ku mijar jinên kurd bin jî di tariyê de dihêlin. Keda jinên kurd di vê têkoşînê de zêde ye û ji ber vê jî divê îro li hemberî êrîşên tên kirin bêdeng nemîne. Em gavê paşve navêjin. Em bi vê deklerasyonê balê dikişînin ser qirkirina jinan a li Kurdistanê. Em ji ber ku jin in, kurd in ji bo wan xeter in."
 
'Li cihê şer divê mafên jinan bê parastin'
 
Sekretera SES'ê ya Şaxa Amedê Fatma Yildizhan jî diyar kir ku di pêvajoya dawîn de şerekî ku bandora xwe li tevahiya cîhanê dike û nav lê nehatiye kirin li Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dixwazin ku balê bikişînin ser tecawiz, kolekirin û rehîngitina jin û  zarokan a li qadên şer û li hemberî van pêkanînan têbikoşin. Çawa ku me di pêvajoyên normal de digot divê mafên jinan bê parstin, em dibêjin ku divê li qadên şer jî mafên wan bên parastin. Ji ber wê jî xebatên tên  kirin gelek girîng in."
 
Ji hemû cîhanê bertek
 
Fatma got ku li cihekî hiqûq lê nebe jiholêrakirina metnekî hiqûqî ne girîng e û di berdewamiya axafitna xwe de wiha got, "Heta niha tu xalên peymana stebolê pêk neanîn lê hebûna wê ewlehî bû ji bo jinan. Peyman Stenbolê têkoşîna jinan a ku divê li ser zemîneke hiqûqî bihata rûniştandin bû. Bi fesihkirina peymanê re bila tu kes nefikire ku wê jin dest ji têkoşînê berdin. Ji ber ku têkoşîna jinê li her derê belav bûye. Li dijî fesihkirina peymanê tenê ne ji Tirkiyeyê ji tevahiya cîhanê bertek hatin nîşandan û ev bertek berdewam dikin."
 
'Jin bi hev re têkoşînê didin'
 
Fatmayê da zainîn ku li binê deklerasyonê bûyîna 129 îmzeyan nîşan dide ku têkoşîna jinan çiqas berfireh e û nîşan dide ku têkoşîna jinan a li heberî hişmendiya mêr dewletê çiqas mezin e. Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî, "Jin bêyî ku cudakariyê bi hev re bikin tên gel hev û têkoşînê didin. Tundiya li hemberî jinê tenê ne li Tirkiyeyê li herderê heye û dê jîn li dijî vê tundiyê têkoşîna xwe bidomînin. Jin bi têkoşîna ku didin dê di warê hiqûqê de jî bi ser kevin û wê hemû mafên xwe bi dest bixin."