140 roj e di nobeta 'edaletê' de ye: Ez ji vir ranabim

  • 12:44 26 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a ku 140  roj e di nobeta "edaletê" de ye, diyar kir ku dixwaze lawê wê bê berdan û got, "Heta lawê min neyê berdan ez ji vir ranabim."
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 140’emîn de berdewam dike. Emîne û lawê xwe Ferît ji ber betlaneya cejnê hefteyek şûn ve hatin ber Edliyeyê û carek din çalakiya xwe domandin û daxwaza edaletê kirin. 
 
Emîne Şenyaşar derbarê çalakiya nobetê de axivî û got: “140 roj in em li edaletê digerin. Me di vê pêvajoyê de gelek neheqî dît. Polîs her tim me dişopînin. Ez carek din dibêjim, heta ku lawê min bernedin, ez ê ji vir neçim tu cihî. Beriya ez bimirim dixwazim lawê xwe bibînim.”
 
'Ya edalet a jî mirin'
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî got: “Dayika di ser 65 salî re 140 roj e tevî 45 pileya germê jî li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê ye. Ya edalet an jî mirin dikare min ji vir rake. Serdozger her roj bi wesayîta xwe ya luks di ber dayikekê re  derbasî meqamê xwe dibe.”