Şêniyên Mexmûrê bi girseyî seredana çalakvanan kirin

  • 12:22 26 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin bi biryardarî di roja xwe ya 221’an de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 111’an di roja 221’an de berdewam dike. Çalakiya li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê şinên wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û ji çalakvanan re moral tê dayîn.
 
Li ser navê girseya gel Emîne Pîran axivî û wiha got:” Em li ser navê gel çalakiya we pîroz dikin û bi hêviya ku di demek nêzde Serokê xwe di nava xwe de bibînin. Her çalakiyek a me bi xwe re guhertin û veguhertinên nu çêkirine. Çalakiyên ku di pêngava dem dema aadiyê de hatîn destpêkirin em bawerin ku wê serkeftin û azadiya Rêber Apo bi xwe re bînin û her wiha wê dijinên me jî têk bibe. Ev çalakiyên ku tên kirin ji bo azadiya Rêber Apo ne û ji ber wê yekê divê tevahî Gelê Kurd û dostên wan xwedî li van çalakiyan derkevin ji bo em bigihên azadiya xwe.”
 
Li ser navê koma 111’emîn Emer Tahir di destpekê de xêrhatina gel kir û got: ”Armanca çalakiya me ya greva birçîbunê ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzikî ye û piştgirîdayina pêngava dem dema azadiyê ye. Çalakî girtiyên zindanan dan destpêkirin û li derve jî belavbu, Ji bo ku em jî li kêleka wan cih bigirin me jî dest bi çalakiya greva birçîbunê kir û divê tevayî gel li kêleka wan cih bigire ji bo azadiya Rêber Apo. Dijminê me li her cihî û li her qadê bi êrîşên xwe yên hovane bi ser gel û gerîlla de tê ji bo tasfiyekirinê. Lê belê gel û gerîlla jî her cure berxwedê li hemberî van êrîşan dike û gerîla nahêlin dijminê hov bi kevin qadên wan ên azad. Hêviya me ew e ku em bersivek baş ji Rêber Apo bigirin û bi wî awayî dawî li çalakiya xwe bînin,heta em encamekê ji girevên xwe yên birçîbunê negirin wê çalakiyên me berdewam bikin.