Girtiyên siyasî bi 'qawîşên edlî' tehdît dikin
- 16:51 25 Tîrmeh 2021
- Rojane
ENQERE - Mehmet Erbay ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî, di hevdîtina telefonê ku bi malbat xwe re kir, diyar kir ku mudurê girtîgehê ew bi avêtina qawîşên girtiyên edlî lê ne û bi kuştinê tehdît kirin.
Li girtîgeha Greva birçûbûnê ya ku di 27'ê Mijdara 2020'î de hatiye destpêkirin berdewam dike, binpêkirina mafan jî berdewam dike. Mehmet Erbay (32) ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî, di hevdîtina telefonê ku bi malbat xwe re kir, ji dayika xwe re Meryem Erbay re got ku mudurê girtîgehê ew bi avêtina qawîşên girtiyên edlî lê ne û bi kuştinê tehdît kirin.
'Xwedî li girtiyan derkevin'
Meryema a ku ji ajansa me re axivî wiha got, "Zarokên me di destên zaliman de ne û ji ber vê em ne rehet in. Lawê min 12 sal e di girtîgehê de ye. Serê şefeqê qerdiyan bi se qawîşên wan de digirin û wan bi şandina qawîşên giriyên edlî tehdît dikin. Ez ji vir bang li aktîvîstên mafên mirovan dikim; Ger ku tiştek bê serê zarokên me berpirs Wezîrê Edaletê û Mudurê Girtîgeha Gebzeyê ye. Kesên ku ji xwe re dibêjin em parêstvanên mafên mirovan e bila li dijî bê bêhiqûqiyê derkevin. Bila vê zilm û tecrîdê ji ser zarokên me rakin. Ez bang li gelê xwe dikim li girtiyan xwedî derên."