Çalakiya greva birçibunê li Mexmurê Koma 111’an dewir girt

  • 10:23 25 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro ji aliyê koma 111’an ve hat dewirgirtin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 220’î de berdewam dike û koma 111'an çalakî dewir girt. Merasîma dewergirtina çalakiya greva birçîbunê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêz girtinê hat destpêkirin. 
 
‘Wê serhildana 29’emîn  serxwebuna Kurdistanê bîne’
 
Li ser navê koma 110’an Salih Babat xêrhatina gel kir û wiha got:” Ev 220 roje berxwedanek li wargeha me tê meşandin. Berxwedana herî mezin ya Rêber Apo ye ku ev nêzîkî 22 salan e li Gireva Îmralî tê ragirtin. Duh 24’ê Tîrmehê bu salvegera 98’emîn a peymana lozanê bu. Em kesên ku di vê peymanê de cih girtine û îmza avêtine binî şernezar dikin.  Berxwedana Gelê Kurd ji serhildana yekem heta ya 29’an berdewam e û wê serhildana 29’emîn serxwebuna Kurdistanê bi xwe re bîne û serkeftina Gelê Kurd tacîdar bike.” 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe",”Bijî berxwedana gerîla”,”Bimire îxanet” bi dawî bû.