Dayikên Şemiyê: Em dest ji dozê bernadin

  • 14:45 24 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê kiryarên Hasan Gulunay ê 29 sal berê li Stenbolê hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Keça wî Denîz Gulunay got ew ê dest ji doza xwe bernedin. 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 852’yemîn de li aqûbeta windayan û kiryarên wan pirsîn. Dayikên Şemiyê ji ber şewba koronayê bi rêya online çalakiya xwe li dar dixin. Vê hefteyê li kiryarên Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
Keça Hasan Gulunay, Denîz Gulunay axivî û da zanîn ku bavê wê ji ber fikrên xwe yên şoreşger dewletê wî kiribû hedef û 29 sal in serî li hemû saziyên dewletê dane lê di her serlêdanê de dewletê ji wan re gotiye ‘Hasan Gulunay nehatiye binçavkirin.’ Denîzê got tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku gotiye lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin jî lê bi ‘demboriyê’ re ser dosyeyê girtine. Denîzê destnîşan kir ku tevî hemû astengî û qedexeyan jî wê dest ji doza rastiya Tirkiyê ya windayan bernedin û heta kujer werin darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'Nikare bikeve ber demboriyê'
 
Parêzer Hulya Dinçer jî derbarê dosyeya lêpirsînê de agahî da û tevî Dadgeha Destûrê biryara binpêkirinê daye jî dosye ji ber demborînê nehatiye vekirin. Dînçer got di revandina bi darê zorê de dosya nakevin ber demboriyê. 
 
'Edalet ji bo we nîne'
 
Xizma windayan Ayşe Gulen Eyî metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend û destnîşan kir ku tevî malbatê serî li dozgeriyê û miduriyeta polîsan daye jî lê ji wan re hatiye gotin ku Hasan Gulunay ne di binçavan de ye. Eyî da zanîn ku dewletê di şexsê malbata Gulunay de ji Dayikên Şemiyê re gotiye ‘ji bo we edalet nîne.’