'Dê encamên êrîşên nijadperest xirab bin'

  • 09:16 24 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Êrîşên nijadperest li hemberî kurdan her ku diçe zêde dibin. Parêstvanên maf û nûnerên partiyên siyasî dibêjin ku ev êrîşên li heber kurdan tên kirin dê encamên xirab bi xwe re bînin û dibêjin ku divê em teslîmî faşîzmê nebin.
 
Kedkarên demsalî ku ji Mêrdîn û Amedê ji bo li zeviyan bixebitin çûn Afyonê di 19'ê Tîrmehê de nijadperestan êrîşî wan kiribûn. Di 20'ê Tîrmehê de jî li taxa Kavakli ya Altindaga Enqerê li gel keyayê taxê 60 kesî êrîşî malbateke kurd ku li heman taxê diman kirin. Di encama êrîşa hov a nijadperest de Hakîm Dal ê Amedî hatibû kuştin. 
 
Li dijî êrîşên nijadperest ku di demên dawîn de zêde bûne 15 baro bêdeng nemabûn û bertek nîşan dabûn, medyaya alîgir jî ku her dem bûyeran berovajî dike ev 15 baro wekî hedef nîşan dan.
 
Em derbarê van êrîşên nijadperest de bi Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn, parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy û Berdevka Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP)  Sevtap Akdag re axivîn.  
 
'Êrîşên nijadperest wekî bûyerên edlî tên destgirtin'
 
Eren Keskîn diyar kir ku êrîşên nijadperest ên li Konya, Afyon û Enqerê pêk hatin divê mirov jî qetilkirina Denîz Poyraz cuda negire dst û got, "Tundî têgeheke polîtîk e. Di van bûyerên tundiyê de para zimanê hişk ê dewletê û cudakariya ku tê kirin heye. Em wekî Komîsyona ÎHD'ê ya li Dijî Cudakarî û Nijadperestiyê me ev bûyerên nijadperst ku pêk hatine hemû şopandin. Lê tişta balkêş ew e ku ev bûyer di warê hiqûqî de bi awayekî rast nayên lêkolînkirin. Nijadperestiya tê kirin ji aliyê dozger û dadgehan ve nayê destgirtin û wekî bûyerên edlî tên destgirtin. Em van êrîşên nişadperest ku li heber kurdan tên kirin gelek xeter dibînin."
 
'Îqtîdara AKP'ê piştî ku hêza xwe winda kir êrîş zêde bûn'
 
Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy jî êrîşa li hemberî rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi bîr xist û got, "Ger ku ev êrîş li hemberî avahiyeke AKP'ê ya Bajêr bihata kirin dê çi bibûya? Wê tu wezîr nemana ku ji peywriê nehata girtin. Îqtîdaara AKP'ê cara yekê di pêvajoya 7'ê Hezîranê de  hêza xwe winda kir û ji wê pêvajoyê virde êrîşên nijadperest jî zêde bûn. Ev êrîşên li hemberî kurdan girêdayî kontrgerîla ne. Ji bo ku ev êrîş bên rawestandin divê di serî de, Partiya muxaleftê ya mezin CHP û hemû kesên ku dibêjin em hêza demokrasiyê ne li hember derkevin. Ji bo ku vî weatî jiyaneke wekhev û azad bê jiyîn divê her kes li hemberî faşîzmê têbikoşe." 
 
Oya bang li îqtîdarê jî kir û got, "Em dibêjin zilm dom nake û dixwazim tenê tiştekî bi bîra îqtîdarê bixim; li vî welatî dîroka faşîzmê dinivîsin, lê li ser vê axê dîroaka berxwedana li dijî faşîzmê hatiye nivîsandin. Tucarî van gelan xwe radestî faşîzmê nekirine."
 
'Êrîşên nijadperest ji ber helwesta îqtîdarê zêde dibin'
 
Berdevka SODAP'ê Sevtap Akdag, anî ziman ku êrîşên nijadperest ên li hemberî kurdan ji ber helwesta îqîtdarê zêde dibin û berdewam kir, "Dema ku ev bûyer pêk tên mixasbin polîs û leşker ji bo ku ceza bê dayîn û bûyeran asteng bikin tevnagerin. Em bi hêzeke polîs û leşkeran ya ku ji kujerê Denîz Poyraz re dibêje kekê min û êrîşî ciwanên ku ji bo Komkujiya Pirsûsê li kolanane dike re rûbirû ne.  Ji ber polîtîkayên îqtîdarê ên bêcezahiştinê û polîtîkaya ku tê kirin mixabin bûyerên diqewimin jî me matmayî nahêlin."
 
Sevtap got ku divê êrîşên nijadperest wekî êrîşa li hemberî her kesê nên dîtin  û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Li dijî vê pêvajoya ku em tê de tên jahrîkirin divê ku em navendeke li hev xwedî derkevin ava bikin .Ger ku em vê nekin wê ji bo me tu kesî qadeke ku em lê bijîn nemîne."