Malbatên girtiyan: Girtiyan tenê nehêlin

  • 09:01 24 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku zexta li ser girtiyan her diçe xwe zêdetir dike û diyar kirin ku divê her kes li hemberî daxwaza  girtiyan berpirsiyariya xwe bîne cih û bêdeng nemîne.
 
Ev demek dirêej li girtîgehan binpêkirina mafan li girîgehan di asta herî jor de ne. Her ku diçe tecrîda li ser girtiyan zede dibe û muameleya kêfî jî ro bi roj zêde dibe. Bi taybetî jî piştî destpêkirina çalakiya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan sîstema îşkenceyê hate avakirin. Gelek malbatên girtiyan li dijî van binpêkirinan banga hestiyarî û daxwaza edaletê dikin.
 
'Biryarên bê hiqûqî tên girtin'
 
Yek ji wan girtîyan jî Celal Bîrtane ye ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. Hevjina wî Zelal Abîş Bîrtane li ser rewşa wî axivî. Zelalê diyar kir ku ji hevjînê wê re piştî dadgehê bêyî delîl cezayê muebetê hatiye birîn. Zelalê diyar kir ku bi taybetî şert û mercên girtîgeha Edîrneyê gelek xirab e û wiha axivî: “ Hevjînê min 2 sal li girtîgehê mabû û piştre bi biryara kontrolkirinê serbest hatibû berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket çend meh şûnde dosyayek din jê re hate vekirin û cezayê miebetê yê girankirî lê hat birîn. Ev biryarek bê hiqûqî ye û em qebûl nakin. Hefteya berê ez çûm hevdîtina wî, rewşa wan gelek xirab bû. Hem germ bû hem jî mêş gelek in û paqijî nayê kirin. Di destpêkê de wî xistibûn karantinayê.  Gava em roja 16’emîn çûbûn hê jî di bin karantînayê de bûn. Divê di şertên asayî de demen karantînayê piştî 15 rojan bên guhetin. Lê her carê gava kesek nû hat wî kesê din jî dixin heman cihê karantînayê."
 
'Zexta li ser girtiyan bandorê li malbatên wan jî dike'
 
Zelal destnîşan kir ku zexta ev sîstem li ser mirovan pêk tîne li her derê ye. Ev zext jî li ser girtiyan 3 qat zêdetir in. Zelalê got ku zexta li ser girtiyan bandorlê li ser malbatên wan jî dike û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku em zexta li ser girtiyan qebûl nakin ewqas zede bi ser me ve tên. Min û hevjînê xwe xwestibû jiyanek nû ava bikin. Em hatin gund û me ji xwe re malek çêkir. Lê hê salekê tijî nebû hevjînê min girtin û jê re cezayê muebetê birîn. Ev ceza bêyî delîl û şahid hebin hatiye dayîn û em ne li benda biryareke wiha bûn. Ji ber ku li holê tiştek tune bû. Ev îspata ku em çawa li welatekî bêyî hiqûq û edaletê  dijîn e. Di vê pêvajoyê de ji destê girtiyan tiştek nayê lê malbat jî xwedî li zarokên xwe derdikevin û bi perpirsiyarî tevdigerin. "
 
'Nikarin xwarinek normal bixwin'
 
Veysel Akgul jî ev 5 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Hevjîna wî Zeynep Bîngol diyar kir ku bi muameleyên kêfî  girtiyan îşkence tê kirin û got: " Hevjinê min jî wekî hemû girtiyên sîyasî bê sûc hate girtin. Hevjinê min gava qala şert û mercên girtîgehan dike balê dikişîne ser mahiya li Amedê. Em dibinin ku hewayê Amedê çiqas germ e. Di vê hewayê de ne klima ne jî tiştek din dikin û ji germe gelek aciz in. Divê ev zilm û zordarî di serî de li girtîgehan li her derê bi dawî bibe."
 
'Ne maf maye ne jî wijdan'
 
Zulkuf Acer jî 5 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Ji Zulkuf re jî cezayê muebedê hatiye birîn.
Hevjina wî Dîdem Acer destnîşan kir ku ev biryara dosyayê lîstîka dozger e û ev tişt got: "Em pê bawer in. Ji ber ku tu tişt li holê tune ye û ev ceza li hevjînê wê hatiye birîn. Hevjinê min di şert û mercên gelek xirab de ye lê nabêje. Li vir îşkence dît û ji me re negot. Piştî ku îşkence dît wî şandin girtîgeha Amedê. Di bin zextê de jî îfadeya wan hatiye girtin. Ne heq maye ne jî wîjdan. Malbatên girtiyan dixin rewşekê pêrîşan û li girtiyan jî zext û îşkencê dikin. Ev nayê qebûlkirin."