Nijadperestên êrîşî malbata kurd kirin şandin edliyê

  • 13:21 23 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
KONYA - 40 kesên ji koma nijadperest a li Meramê êrişî malbatek kurd kirin û Hakîm Dal qetil kirin, piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan hatin girtin, sewqî edliyê hatin kirin. 
 
Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, komek nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat êrişî malbatek kurd a Amedê kiribûn û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî, qetil kiribûn. Ji koma nijadperest 40 kes hatin binçavkirin.
 
Parêzerê malbata Dal Abdurrahman Karabulut, da xuyakirin ku kesên nû hatine  binçavkirin hene û lêpirsîna derbarê wan de dewam dike.
 
Kesên ku li Miduriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin, sewqî Edliya Konyayê hatin kirin.