Nobeta 'edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 137'an de ye

  • 12:33 23 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar, di roja dawî ya cejnê de, çalakiya xwe ya naobeta “edaletê” li ber avahiya Edliyeya Rihayê dewam kirin û got: “Dibin zilmê de cejn nabe. Komkujî zanîn tenê, têrê nake, ya pêwîst bikin.” 
 
Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re berî 137 rojan li ber Edaliya Rihayê dest bi çalakiya nobeta "edaletê” kirin. Malbatê îro di roja dawî ya Cejna Qurbanê de, çalakiya xwe ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê dewam kir. 
 
Ferîd Şenyaşar, diyar kir ku ji ber tiştên jiyan nikarin cejnê pîroz bikin û wiha axivî: “Li ser me zilmek mezin heye. Birayekî min 3 salin di odeyek yek kesî de tê girtin. Li aliyê din 3 mirovên me li nexweşxanê hatin qetilkirin. Derbarê vê tu lêpirsînek nehat vekirin. Kesên ku ev komkujî pêk anîn li ber çavên me digerin. Ji ber vê, em dibêjin dibin zilmê de cejn nabe. Em dîsa li ber edliyê ne. Em ê piştî cejnê jî têkoşîna xwe dewam bikin. Ji Waliyê Rihayê bigirin, heta Serokkomar, parlamenter û her kes dizane ku li nexweşxanê komkujî çêbû. Lê êdî tenê zanebûn têrê nake. Divê ya pêwît bê kirin. Heta ku edalet pêk neyê  em ji vê derê neçin.”  
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî, ev parvekirin kir: “Ger li ser vê tabelayê edalet hebûya, 137 roj in dê çi karê me li vir hebûya! Wê demê ger edalet tune ye, ev gotar li vir çi dike? An em ê edaletê bînin, an jî em ê vê gotarê ji vê derê rakin. (Li nexweşxanê, li ber çavên min hevjînê min qetil kirin. 3 salin tu kes nehatiye girtin.)”