Amedî dipirsin: Gelo em vedigerin salên 90'î

  • 11:14 23 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
Derya Ren -Rozerîn  Gultekîn
 
AMED - Amediyên ku li dijî nijadpersetiyê me mikrofon dirêjî wan kir, diyar kirin ku êrîşên salên 90'î îro tên dubarekirin û gotin, "Polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Divê pergal bê guhertin."
 
Li Tirkiyeyê êrîşên nijadperest li dijî kurdan her ku diçe zêde dibin. Herî dawî di 20'ê Tîrmehê de li taxa Kavakli ya navçeya Altindag a Enqerê nijadperestan êrîşî malbateke kurd kiribûn. Di 21'ê Tîrmehê de jî li taxa Çariklikoy a navçeya Meram a Konyayê, li gel keyayê taxê 60 kesî êrîşî malbeteke Amedî kiribûn û kesê bi navê Hakîm Dal jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Tişta balkêş jî ew e ku li dijî van êrîşên roj bi roj zêde dibin, dewlet ne kiryaran xizmên kesên ku di van êrîşan de tên qetilkirin hedef digre û wekî kiryarên van bûyeran didarizîne.
 
Li dijî êrîşên ku roj bi roj zêde dibin me mîkrofon dirêjî Amdediyan kir. Şêniyên Amedê diyar kirin ku zimanê cudakar ê dewletê dibe sedema êrîşan û gotin ku divê kurd li dijî van êrîşên nijadperest bibin yek. 
 
'Divê wekhevî hebe'
 
Sevda Îzol: Kurd ne tenê niha bi tirkan re dijîn. Dixwazin bingeha hin tiştan ava bikin .Ev êrîş ji xweber pêk nayên. Bi zanebûn bingeha van êrîşan tê avakirin .Ger ku wiha berdewam bike wê kurd dest bi parastina xwe bikin.  Em dibêjin pirsgirêka kurd û tirkan lê kesên ku vê pirsgirêkê diafirînin hene .Ez kurd im xuh û biratiyê li min ferz nekin. Ger ku em xuh û birane divê em xwedî mafên wekhev bin. Ev êrîş cuda ne. Di mehên borî de kurdên ku ji Hewlêrê hatibûn 60 kesên nijadperest êrîşî wan kiribûn. Piştre jî walî daxuyaniyek da û got, 'buyereke edlî ye'. Lê na ne bûyereke edlî bûyerke ku bi zanebûn hatibû plankirin bû. Kesên ku êrîş jî dikin ne kesên ji rêzê ne. Bi plan tevdigerin û divê kurd jî bi plan tevbigerin. Ev ne bûyerke ji rêzê ya êrîşa tirkan e. Wê ev bûyer mezintir bibin. Vê pirsgirêkê jî divê siyasetmedar çareser bikin. Kesên ku bi salan e xuh û biratiyê li me ferz dikin divê pirsgirêkê çareser bikin. Kesên ku tên deng ji me dixwazin bila vê pirsgirêkê jî çareser bikin."
 
'Muhatab siyasetmedar in'
 
Muhatabê pirsgirêka tê jiyîn siyasetmedar in. Aliyek xuh û biratiyê red dike alyekî jî bi bestika me girtiye dibêje em xuh û birayên hev in. Naxwazin ma em ê bi zorê bibin xuh û birayên wan. Dema ku wekheviya gelan hebe wê pirsgirêk jî bê çareserkirin. Li hemberî me cudakarî heye. Nasnameya min qedexe ye û nikarim bi zimanê xwe yê kurdî jî biaxivim. Di salên 90'î de kasetên kurdî dihatin veşartin û niha jî em li wan salan vedigerin. Kesên ku dengên kurdan dixwazin bila xwîna wan jî li erdê nehêlin."
 
'Polîtîkayên şerê taybet tên meşandin'
 
Merve Mutlu: Bi salan e bi çavekî cuda li kurdan tê nêrtin. Vê jî nijadperestiya tirk dike. Ev bûyer bi destûra dewletê tên kirin.  Kesên van bûyeran pê tînin ji aliyê dewletê ve nayên cezakirin û ji wan re li çepikan dixin. Ew kes jî dibêjin qey tiştekî baş kirine û karê xwe berdewam dikin. Ger ku îmkanên xebatê li vir hebin bila li cihê xwe bixebitin. Polîtîkayên şerê tayebet dimeşînin."
 
'Sedem medya ye'
 
Zeynep Ozkul: Sedemeke din a mezin a van bûyeran jî medya ye. Ji ber ku ji bo herêma me her nûçeyên şer pêşkêş dike. Bûyerên xweş ên vê herêmê pêşkêş nakin û ji aliyê Tirkiyeyê jî bûyerên xwex pêşkêş dikin. Dibe ku bûyerên bi vî rengî li wê jî dibin lê em nizanin û ev şerekî psîkolojîk e." 
 
'Divê prgal biguhere'
 
Nedîm Evran: Ez mirovekî li dijî cudakariyê me. Divê her kes bi awayê wekhev bijî û her kes ji hev re rêzê bigire. Dîmenên ku ez dibînim min xemgîn dikin. Divê ev pergal bê guherin. Divê her kes tenê ji bo xwe tiştan nexwaze."
 
'Divê mirov matmayî nemîne'
 
Merve Ozer: Bûyerên diqewimin ne xweş in. Herkes li pey nanê xwe ye. Divê rewş neyê sabotekirin. Tişta li kurdan dikin neheqî ye.  Ev rêbaza pêşxistinê ya van kesên êrîşkare .Dewletê heta niha di vî warî de tu ceza nedaye û wê ji îro pêde jî nede. Ev li karê dewletê tê. Çavên xwe ji van êrîşan re digire û tu tiştî nake.
 
'Herkes netewa xwe diparêze'
 
Ayşe Kiziltoprak: Herkes netewa xwe diparêze. Lê dewleteke me ya me biparêze tune ye. Ez bang li gelê me dikim ku neçin karê wan nekin. Ger ku gelê me neçe karê wan neke wê mihtacî me bibin. Lê em her dibêjin rovatî. Em wekî mirovan nêzî wan dibin lê ew vê niyeta me ya pak bi kar tînin. Ji ber vê jî êrîşên nijadî dikin. Em van êrîşan heq nakin. Aliyê Tirkiyeyê herêma me wekî cihekî xirab nîşan dide."
 
Divê li herêmê îmkanên xebatê hebin'
 
Gulşah Demîr: Divê kesên me zanatir bin. Ev kes ji warê xwe diçin erd û zeviyên wan diçînin. Kes mecbûr dibin ku cih û warê xwe ji bo xebatê terk bikin. Divê dewlet li cihê wan îmkanên xebatê biafrîne."
 
Kesa nexwest navê xwe bide: Çima tu kes mecbûriyeta kesên ku diçin li ser axa kesên din dixebitin na axive? Kesên ku ji dervê welêt tên pir bi rexetî dikarin li vir bijîn. Divê di serî de ji bo welatiyên wan rehet bijîn bixebitin."
 
'Ez ji Orduyê me lê li hemberî min nijadperestî nayê kirin'
 
Ayşe Demîrcî: Ez ji Orduyê me dibêjim divê her kes bi hev re bikaribe bijî. Li  vêderê li hember min tu nijadperestî nehatiye kirin. Divê kes ji hev re rêzê bigirin. Bêyî ku cudakariya ziman, ol û netewê bikin û divê bi aramî bi hev re bikaribin bijîn."