'Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin ji êrişan re bibin bersiv'

  • 16:26 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - DBP'ê têkildarî êrîşên nîjadperest ên li ser malbatên kurd da zanîn bingeha êrîşan gotinên dijminan e û wiha got:"Kurd dikarin li hember van êrîşên nîjadperest hêzên xwe ên siyasî û civakî bikin yek, bi yekîtiya xwe ya neteweyî bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bibin bersiv."
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî êrişên nîjadperest ên ku li Afyon, Enqere û Konyayê li dijî kurdan pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş şermezar kir. DBP'ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên nikarin têkoşîna gelê kurd bi siyasî lawaz bikin û  têk bibin, bi nîjadperestiyê dixwazin encamê bigirin û wiha got: "Kurd dikarin li hember van êrîşên nîjadperest hêzên xwe yên siyasî û civakî bikin yek, bi yekîtiya xwe ya neteweyî bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bibin bersiv."
  
Daxuyaniya HDP'ê bi tevahî wiha ye: 
 
"Ji ber zimanê cihêkar û êrîşkar ê rejîma faşîst a AKP û MHP'ê yê li hember gelê kurd êrîşên nîjadperest dom dikin. Kesên ku nikarin têkoşîna gelê kurd bi civakî û siyasî têk bibin û lawaz bikin, bi gotinên xwe yên bi nefret, bi hewldanên linc û nîjadperestiyê dixwazin encamê bigirin. Sepan û vegotinên dijminî yên desthilatdariyê li hember gelê kurd û muxalifan, helwestên wan ên berberî hev û cudakirina ji hev bingeha êrîşên nîjadperest ava dike. Hêzên faşîst û paramilîter xwe didin ber zirxê bêcezahiştinê û li Afyon, li Enqere, li Konya û li gelek deveran êrîşî gelê kurd dikin.  
 
Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin ji êrişan re bibin bersiv
 
Îro di şert û mercên di vê faşîzmê de bes bi berxwedana kurdan mirov nikare biçe serî. Di wek polîtîkayên tecrîd û kayyiman de, ger li hember van êrîşên nîjadperest neyên sekinandin, dê berê xwe bide hemû gelên Tirkiyeyê û hêviyên mafên bingehîn, azadî, wekhevî û edaletê, hêviya hemû gelan ku bi hev re bijîn dê bikeve xetereyê. Em van êrîşên faşîst ên nîjadperest ên li hember kurdan ên hema hema li her derê Tirkiyeyê bênavber didome bi tundî şermezar dikin. Kurd dikarin li hember van êrîşên nîjadperest hêzên xwe yên siyasî û civakî bikin yek, bi yekîtiya xwe ya neteweyî bi rê û rêbazên demokratîk dikarin bibin bersiv.
 
Em wek gelê kurd û siyaseta gelê kurd, dê tu caran li hember van êrîşan yek gav jî bi paş de neavêjin û wek her tim em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin."