Li Şirnexê li dijî êrîşên nîjadperest daxuyanî hat dayin

  • 16:17 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - HDP'ê bi daxuyaniyên li Cizîrê û Şirnexê bertek nîşanî êrîşên nîjadperest ên li Afyon û Konyayê yên li dijî malbatên kurd da.
 
Êrîşên nîjadperest ku li Afyon û Konyayê li dijî kurdan pêk hatin, li Şirnexê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin. Têkildarî êrişan li Bajaroka Gundikê Melê û navçeya Cizîrê daxuyanî hatin dayîn. Daxuyaniya li Gundikê Melê bi beşdariya Parlamentera HDP'ê Nuran Îmir û gelek HDP'yiyan li ber avahiya HDP'ê ya bajarokê hat lidarxistin. Hevşaredara bajarokê Zahîde Erk, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrişên ku pêk hatine ne êrîşên yekemîn in û êrîş şermezar kir.  Zahîde, got ku berpirsên êrîşan desthilata AKP-MHP'ê ne û xwest ku demildest desthilat terka zimanê xwe yê cihêkar bike. 
 
Cizîr
 
Li navçeya Cizîrê jî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê bi beşdariya Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz daxuyanî hat dayîn. Huseyîn, di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got: "Ji ber zimanê bloqa faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê kurd êrişên nîjadperest pêk tên. Hevala me Denîz Poyraz di encama polîtîkayên desthilatê de ji aliyê hêzên paramîlîter ve hat qetilkirin. Di rojên dawî de dîsa li dijî kurdan polîtîkayên nîjadperest di dewrê de ne. Wê ev êriş qet encam negirin. Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê divê em mil bidin milê hev û têbikoşin. Bi vî awayî em ê karibin dawî li êrişên nîjadperest bînin. Ji ber van sedeman em bang li herkesî dikin ku li cem gelê kurd û HDP'ê têbikoşin."