Di lêpirsîna êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin

  • 12:12 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
 
KONYA - Di lêpirsîna derbarê êrişa nîjadperest a ku li navçeya Meramê li dijî malbata kurd a ji Amedê pêk hat de 20 kes hatin binçavkirin. 
 
Di lêpirsîna derbarê êrişa nîjadperest a ku li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata kurd a ji Amedê pêk hat û ferdê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî hat qetilkirin de 20 kes hatin binçavkirin. Parêzerê malbata Hakîm Abdûrahman Karabûlût, ragihand ku ji bo binçavkirina hin kesên din jî kirarî tên berdewamkirin.