Malbata kurd xizmê xwe yê hat qetilkirin veşart

  • 10:52 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
KONYA - Cenazeyê Hakîm Dal ku li navçeya Meramê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatibû qetilkirin hat veşartin. 
 
Duh li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk hatibû êrişî malbata kurd a Amedî kiribû û ferdê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû. Cenazeyê Dal piştî karê otopsiya ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hat wergirtin û li Goristana Tatlicakê hat veşartin. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî û geleke HDP'î jî tevlî merasîma cenaze bûn. 
 
Di dema merasîmê hevjîn û zarokên Dal ên bi kurdî zêmarên xwe diqêrandin qrîza sinirê derbas kirin.