ÎHD: Êrişên li ser kurdan sûcê nefretê û li dijî nasnameyê ne

  • 10:22 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
AMED - ÎHD a ku li dijî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan daxuyanî da diyar kir ku di demên dawî de êriş li dijî mafê jiyanê tê kirin û got:" Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin." 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî êrişên nîjadperest ku di demên dawîn de li dijî welatiyên kurd pêk tên daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku beşeke êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan zêde dibin di demên dawîn de li Konya, Enqere û Afyonê pêk hatine û ev tişt hat gotin: "Ev êrişên ku nîjadperestî û cihêkarî wan derdixin holê sûcên nefretê û êrişên li dijî nasnameya kurd in."
 
Êrişên li dijî kurdan tên kirin sûcê nefretê û li dijî nasnameyê ne
 
'Êriş berhema zimanê cihêkar in'
 
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de ÎHD'ê êrişên bi heman rengî yên beriya niha li dijî welatiyên kurd pêk hatibûn bi bîr xist û destnîşan kir ku derbarê van êrişan de biryarên neşopandinê hatine dayîn û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Gotin û tevgerên cihêkar ne bi tena serê xwe ne û di mînakên dawîn de jî em dibînin ku êrişên li dijî mafê jiyanê pêk tên. Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin. 
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de ÎHD'ê sersaxî ji malbata Hakîm Dal ê li Konyayê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatibû qetilkirin re xwest.