Agirê li Çiyayê Cûdiyê bi xwe ber vemirî

  • 09:14 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Agirê piştî topbaranê bi Çiyayê Cûdiyê ketibû bi xwe ber vemirî.
 
Li herêma Spîndarok a Çiyayê Cûdiyê ji ber topbarana qereqolên li derdorê agir bi qada daristanê ketibû. Agirê piştî topbaranê bi qada daristanê ketibû bi xwe ber vemirî.
 
Hat hînbûn mudaxale li hember agirê ji do de bi qada daristanê ketiye nehatiye kirin û agir bi xwe ber hatiye vemirandin.