22’yê Tîrmeha 2006’an: Rojnameger Şîlan Aras hat qetilkirin

  • 09:09 22 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike diçe bajarê Urmiye û Mahabad a Îranê di 19-23’ê Tîrmeha 2006’an de li Kelareş di kemînekê de hat qetilkirin. Dîroka qetilkirian wê wek 23’yê Tîrmeha 2006’an derbasî qeysên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bû. Hinek çavkanî jî wek 19’ê Tîrmehê dibêje. 
 
Di ser qetilkirina wê de 15 sal derbas bû û rejîma Îranê di vê demê de tu daxuyaniyek neda. Tevî hemû bang û hewldanan cenazeyê wê hîna nehatiye dîtin. Rejîma îranê der barê mijarê de hewce nedît daxuyaniyekê bide. Tevî hemû hewldanên malbatê, parêzvanên mafê jiyanê cenazeyê Şîlanê nedan.
 
Hinek geşedanên din ên pêk hatine wiha ne;
 
1849:Helbestkara DYA’yî  û aktîvîst Emma Lazarus îro hat dinê. Di 1883’an de berhema  “The New Colossus” nivîsî. Emma di 19’ê Mijdara 1887’an de jiyana xwe ji dest da.
 
1881: Augusto Fox Bronner îro hat dinê. Psîkologa DYA’yî di qada psîkolojiya jinan de xebat meşand. Di 11’ê Kanûna 1966’an de jiyana xwe ji dest da.
 
2013:Parêzer û dadgera DYA’yî Sara Rosalîe Wahl di 27’ê Tebaxa 1924’an de hat dinê û yekem jinan tayînê Dadgeha Bilind a Mînnesota  bûye. Sara 8 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Di bin Şaredariya Artuklu ya Mêdînê de Mala Jinê ya Çîçek hat vekirin.
 
2018:Mahmure Karakule ji aliyê mêrê pê re zewicandî, li ber çavê zarokê wê hat qetilkirin. Mêrê ku teslîmê polîsan bû got ew ne poşman e.
 
2019: Ji aliyê Şardariya HDP’ê ya Erdîş a Wanê ve Navenda Jiyana Jinan a Zîlan bi merasîmekê hat vekirin.
 
2020: Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve li bajarê Suleymanî ya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşek girseyî pêk hat.