'Sekneke li dijî têkoşîna demokratîk heye'

  • 16:09 21 Tîrmeh 2021
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bertek nîşanî mudaxaleya polisan a li dijî meşa ku hatibû xwestin ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê bê lidartxistin da û got:"Sekneke li dijî têkoşîna demokratîk heye."
 
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, duh li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê daxuyanî dabû û xwestibû ku bimeşe. Polisan êrişî ciwanên ku xwestibûn bimeşin kiribûn û ew binçav kiribûn. Înîsiyatîfê, derbarê vê êrişa polisan de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê Kivanç Sert, rêxistinên ciwanan û gelek kes tevlî civînê bûn. 
 
'Îsal weheşeteke cuda hebû'
 
Birayê Ûgûr Ozkan ku li Pirsûsê hatibû qetilkirin Suleyman Ozkan, di civînê de axivî û diyar kir ku di çalakiyê neletkirina Komkujiya Pirsûsê de bi îşkenceya polisan re rû bi rû mane û ev tişt got: "Duh bombeya gazê avêtin wesayîta binçavkirinê û hewl dan ciwanan bifetisînin. Hin hevalên me ji derenceyan avêtin xwarê. Her sal ev tişt li dijî me pêk dihat lê îsal weheşeteke cuda hebû. Em çiqas dibêjin aştî ew êriş dikin. Ne tenê ji bo malbatên Pirsûsê ji bo herkesê ku bi bêedaletiyê re rû bi rû maye em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."
 
'Sekneke li dijî têkoşîna demokratîk heye'
 
Xwişka Hatîce Ezgî Sadet a li Pirsûsê hatibû qetilkirin Ozge Sadet jî destnîşan kir ku polîsan bi kîn û nefret êrişî ciwanan kiriye û wiha got: "Êrişkirina ciwanan ne peywira polisan e. Lê me duh dît ku hiqûqa dijmin bi kar tînin. Sekneke li dijî têkoşîna demokratîk heye. Êdî li qadan îşkenceyê dikin. Ciwan hêza dînamîk a ciwakê ye. Em tim bi ciwanên xwe re ne û ew neynika civakê ne. Em bi wan serbilind in. Di dorpêçê de êrişa li ser ciwanan acizî ye."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Bavê Vatan Bûdak ê beriya 6 salan di komkujiyê de hatibû qetilkirin Mûrat Bûdak jî got ku zihniyeta ku komkujiyê pêk aniye û zihniyeta ku êrişa duh pêk aniye heman zihniyet e û ev tişt anîn ziman: "Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku em têkoşîna xwe mezin bikin wê vana paşde gav bavêjin. Em ji bo bêhiqûqiyên li Tirkiye û Kurdistanê maf digerin."
 
'Rojên ku darizandineke adîl pêk were wê bên'
 
Herî dawî birîndarê komkujiyê Yasîn Can, diyar kir ku komkujiyê ji bîr nekirine, wê komkujiyê efû nekin û hesabê wê bipirsin û ev tişt got: "Rojên ku darizandineke adîl pêk were wê bên."