Li Mexmûrê koma 109’an çalakiya greva birçibunê dewir girt

  • 12:07 21 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXÛR-Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro ji aliyê koma 109’an hat dewirgirtin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 216’an de berdewam dike û koma 109'an dewir girt. Merasîma çalakiyê di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
‘Wê berxwedan me bigihijîne serkeftinê’
 
Li ser navê koma 108’e çalakvan Pakîstan Bîlen di serî serî de cejna qurbanê tevahî gel, alema îslamê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tevahî têkoşerên şoreşê pîroz kir û wiha gotina xwe domand; “Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku ev cejn bibe wesîleya serkeftin, aramî û aştiyê ji bo tevahî gelên bindest. Çalakiyên greva birçîbûnê jî li ser bingeha pêngava “Dem dema azadi yê ye” armanc ew e ku em bi awayekê fizikî Rêberê xwe rizgar bikin û di nava xwe de bibînin. Ji 14’e Tîrmehê şûnde ev çalakî derbasî merheleyek nû bû. Lî ser vê esasê pêwîst e em jî weke wargehê xwedî li vê çalakiyê derbikevin, hîn bi çalaktir beşdar bibin da ku ji pêvajoyê re bibin bersiv. Em dibînin ku dewleta faşîst û hevkarên wê êrişên hovane li ser gelê me pêk tîne. Dewleta tirk tunebûyîna gelê kurd ji xwe re kiriye armanc. Li ser tevahî destkeftî û nirxên me êrişan pêk tîne. Gelê kurd li her deverê li hember êrişên hovane di nava berxwedaniyek dîrokî de ne. Wê ev berxwedana heyî me bigihijîne serkeftinê. Ji her demê zêdetir em nêzî serkeftinê ne. Ji ber vê yekê pêwîst e tevahî hewildanên me li ser vê bingehê be. Bêguman em çendî nêzî serkeftinê dibin êrişên dewleta faşîst jî ewqasî berfireh dibe. Ji ber ku nikare xwe li hember berxwedana gerîlayên azadiyê û gelê kurd ragire ji ber vê yekê ji dîrokê heya roja me ya îro kurdan bi destê kurdan dide kuştin. Her roj hevdîtin û peywendiyên xwe bi PDK’ê re zêdetir dike. Ji bo gelê kurd tune bike tevahî rê û rêbazên qirêj bi kar tîne. Wê vê yekê bike jî. Lê pêwîst e gelê kurd û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê êdî em bikevin ferqa van polîtîkayên dewleta faşîst a qirker. Dixwaze xeta osmaniya duyemîn ava bike. Em gelê kurd têkoşîn û berxwedana xwe hîn zêdetir mezin bikin û sedsala 21'emîn bikin sedsala xwe. Yekitiya xwe ava bikin, ger ku ev yêk pêk were wê teqez serkeftin ya gelê kurd be. Bijî Serok Apo, bimre îxanet”
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.