Komeleya Dema Jinê: Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê

  • 09:04 21 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Sena Dolar
 
STENBOL - Komeleya Dema Jinê ya ku di meha hezîranê de Lijneya Giştî pêk anî, ji bo dema nû xwe amade dike. Endama Komeleyê Dîlek Başalan, da zanîn ku li dijî polîtîkayên sîstematîk ên li hember jinê wê piştevaniyê xurt bikin û bi vê hişmendiyê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê.
 
Di 28’ê îlona sala borî de bi dirûşma ‘Li dijî cîhana newekhev, em ligel azadiyê ne, dema jinê ye’  Komeleya Dema Jinê damezrandina xwe deklere kir û saziyeke ku ji bo jinên rastî şîdetê hatine piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide û berê wan didin merciyên têkildar e. Komeleya Dema Jinan a li Stenbolê faliyetan dimeşîne, di heman demê de  wek pêkhateya Komxebata Navendên Piştevanî û Stargehên Jinan  di Sekrterya Komxebata Esas a 2021’ê de cih digire. Komeleyê Lijneya Giştî ya di 26’ê Hezîranê de pêk anî, diyarî Denîz Poyraz ya di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, kirin. Her wiha dest bi amadekariyên dema nû kirin.
 
Endama Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, têkildarî esasbiryarên di lijneya giştî de hatiye girtin û planên der barê pêvajoya nû de axivî.
 
Bername hat avakirin
 
Dîlekê diyar kir ku Lijneya Giştî diyarî Denîz Poyraz kirine û wiha dirêjî dayê: “Ji bo xebatên hîn watedartir me civînek navxweyî pêk anî. Me der barê ku em çi bikin de bernameyek ava kir. Hevalên nû tevlî xebatan bûbûn hene. Her çiqas êrîşên li hember têkoşîna jinê zêde bibin jî di esasa dildariyê de hevalên ku dixwazin ligel me bin pir zêde ne. Ji îlonê şûnde wê xebatên me yên fîzîbîlîte hebin. Komeleya Dema Jinê êdî dê xebatên li taxê rêxistin bikin. Hedefa me ya dema pêş ev e.”
 
‘Em ê tax bi tax biçin cem jinan’
 
Dîlekê destnîşan kir ku wê der barê tenduristiya jinan de bi armanca agahdarkirinê semîneran pêk bînin û wiha bi lêv kir: “Em van bernameyan ne li avahiya komeleyê, em ê biçin gel jinan û bikin.  Hewcedariya kîjan taxê bi çi heye em ê wê bikin. Daxwaza wan çi be em ê li gorî wê atolyeyê ava bikin. Di esasê dildariyê de em ê bi hevalan re sernavan plan bikin û ji meha îlonê şûnde li tax û kolanan bin.”
 
‘Em ê polîtîka piştevaniyê hilberînin’
 
Dîlekê balkişand ser xebatên dema nû û ev nirxandin kir: “Bi tecrubeyên salekê em ê xebatên dema nû xurt bikin. Me ekîbek ava kir. Armanca me ev e ku em li dijî polîtîkayên ku jinan tenê dihêlin, piştevaniyê xurt bikin û polîtîkayan hilberînin. Bernameyên me yên perwerdehiyê wê ji bo me hemû jinan piştgiriyê bidin.”
 
‘Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinan’
 
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de hedefên li pêş wan wiha nirxand: “Em bi xebatên nû hedef dikin ku bi hemû jinan re bên gel hev. Jiyana nû ji bo me hedefa herî pêş e. Li dijî pergala serdest a mêr ji bo hêz û hişmendiya jinê derkeve pêş em ê xebatan bimeşînin. Ji bo li dijî qetilkirinên jinan em rawestin û li dijî pergala serdest a mêr têr bikin divê em jiyaneke azad û jinên azad biafirînin. Em ê bi vê hişmendî û baweriyê sedsala 21’ê bikin sedsala jinan.”
 
Dîlekê herî dawî bi lêv kir ku komele her roj vekiriye û yên dixwazin bi wan re dildar bixebitin û bibin hevkar dawetî komeleyê dikin.