ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 21 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Komeleya Dema Jinê ya ku di meha hezîranê de Lijneya Giştî pêk anî, ji bo dema nû xwe amade dike. Endama Komeleyê Dîlek Başalan, da zanîn ku li dijî polîtîkayên sîstematîk ên li hember jinê wê piştevaniyê xurt bikin û bi vê hişmendiyê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hemû pirsgirêk û polîtîkayên şer bingeha xwe ji tecrîdê digire û got: “Me dît ku tevî wan polîtîkayên çewisandinê gelê kurd dev ji daxwaza xwe ya azadiyê, dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernedaye. Divê em jî hemû gel têkoşînên xwe mezintir bikin. Em dizanin ku rizgarî, şikandina tecrîd û azadiya Birêz Ocalan e.”  DÎMEN HEYE