Dîsa agir bi Çiyayê Cûdiyê ket

  • 08:50 21 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Piştî topebaranê agir bi qada daristanê ya Çiyayê Cûdiyê ket. 
 
Piştî topebaranê agir bi qada daristanê ya Çiyayê Cûdiyê ket. Hat hînbûn tu mudaxale li hember agir nehatiye kirin. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî agirê bi Çiyayê Cûdiyê ket li ser hesabê xwe yê sanal parvekirina bi topebaranê agir bi daristanê ketiye, kir. 
 
Huseyin di parvekirina xwe de ev tişt diyar kir:"Di roja cejnê de jî li dijî xwezayê dijminatî tê ajotin. Bi topebaranê agir bi qada daristanê ya Çiyayê Cûdiyê ket. Ji bo agir bê vemirandin jî heta niha tu xebat nehatiye kirin.