23 kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 08:49 21 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ENQERE - 23 kesên ji bo bîranîna 33 kesên di êrişa DAÎŞ'ê ya li Pirsûsa Rihayê de jiyana xwe ji dest dan, hatibûn gel hevdu û bi lêdana polîsan hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Bi pêşengtiya rêxistinên ciwanan ên Enqereyê, duh ji bo 33 kesên di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li navçeya Pirsûs a Rihayê de jiyana xwe ji dest da bûn, li kolanên Guvenpark, Olgunlar û Konûrê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de polîsan mudaxileyî ciwanan kiribûn û 23 kes bi lêdanê binçav kirin. Ji endamên rêxistina ciwanan Erturk Soysal ê hat binçavkirin, di êrişa polîsan de bi giranî birîndar bûbû û 10 kêl avêtibûn serê wî. Zeynep Ulger a bi lêdanê hat binçavkirin jî, milê wê şikiya bû. 
 
Piştî ku îfadeya ciwanan hatin girtin, serbest hatin berdan. Ciwanan derbarê polîsan de gilî kirin.