33 rêwiyên xelayan li ser gorên xwe hatin bîranîn

  • 16:11 20 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 rêwiyên xelayan ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînan de peyama, "Em ê 33 rêwiyên xelayan bi cîhanê re bînin gel hevdu" hat dayin. 
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan dixwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û serdana Kobanê bikin. Lê beriya ciwan biçin Kobanê, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara DAIŞ'ê êrişa bombeyî pêk anî û 33 rêwiyên Kobanê qetil kir û gelek kes birîndar kir. Îro salvegera 6'emîn a Komkujiya Pirûsê ye û bi vê wesîleyê qurbanî li gelek bajaran li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 
 
Stenbol
 
Bîranîn li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat lidarxistin. Berî bîranînê girse li Mala Cem a Gazî kom bû û bi berzkirina dirûşman heya goristanê meşiyan. Girseyê pankarta “Şehîdên Pirsûsê nemirin” vekirin û bi navber dirûşma “Ciwan wê hesap ji qatilan bipirsin”  berz kirin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.
 
Endama Lijneya Rêveber a  Navenda  SGDF’ê Hîvda Selen, di axaftina kir de wiha got: “Armanca kesên di komkujiyê de jiyana xwe  ji dest dan, ew bû ku piştevaniyê bidin gelê Kobanê û ji bo zarokan pêlîstokan bibin. Me bi hev re Kobanê parast, me got em ê bi hev re ava bikin, li wê derê me gelek şehîd dan û di rêya van şehîdan de em ketin rê. Ev 6 meh in em kolan bi kolan têkoşîna edaletê didin. Em ê hesab bipirsin.”
 
Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şeker jî, da zanîn ku ew berî 6 salan ji bîr nakin û wiha axivî: “Bêwestandin em li edaletê digerin. Ji bo ku malbat cardin cejnan pîroz bikin, em li edaletê digerin.” Seroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî jî, da zanîn ku kujer û berpirsiyar diyar in û her tim bibin yek û hesap bipirsin.
 
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî, diyar kir ku berpirsiyarên Komkujiya Pirsûsê yên ku gotin "Kobanê ket dê bikeve” ne.
 
Amed
 
Veysel Ozdemîr ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Veysel, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye  Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, dirûşma “Tu xeyal di nivî de namînin” hat berzkirin.   
 
Di heman demê de, ji bo Veysel ê ku roja ji dayik bûna wî bû, paste hat birîn. Xwişka Ozdemîr Gulîstan Ozdemîr, helbesta bi navê “33 rêyên xeyalan” a nivîsandibû, xwend.
 
Endama SGDF’ê Helîn Yagmûr Ucî û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di bîranînê de axivîn û gotin: “Dewletê bi DAIŞ’ê re ev komkujî pêk anî. Ligel ku 6 sal derbas bûn, hîna berpirsiyar nehatine darizandin. Em ê bi têkoşîn û berxwedanê edaletê pêk bînin. Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê, li Rojava pêk hatin. Duh salvegera Şoreşa Rojava bû. Gelan bi hev re jiyaneke nû ava kirin. Erka me ew e ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê.”
 
Xwişka Veysel  Gulîstan Ozdemîr, da zanîn ku ew ê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. Girseyê piştî bîranînê qerefîl danî ser gora Veysel .
 
Şirnex
 
Ji 33 qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin Ûgûr Ozkan ê ji Cizîra Botan li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bibîranîn. Malbata Ûgûr, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DER’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
Beriya bîranînê xwişka Ozkan, Hatîce Ozkan ku rakiribû wêneyê birayê xwe xwest biçe ser gorê, lê polîsan ew asteng kirin. 
 
Ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlamenter Nûran Îmîr axivî û 33 qurbanî bi bîr anî û got îqtidar berpirsiyarê vê komkujiyê ye. 
 
‘Nehiştin ez bi wêneyê birayê xwe werim ser gorê’
 
Hatîce Ozkan jî wiha got: “Nehiştin ez bi wêneyê birayê xwe werim ser gorê. Tevî ku min got ez tedawiya kemoterapiye dibînim jî lê min asteng kirin. Jixwe birayê min ji min girtine, niha radibin çi dixwazin ji me. Canê me kuştin.” 
 
Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin û gul danîn ser gora Ûgûr. 
 
Edene
 
Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet were bicihanîn.