Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'an de didome

  • 15:00 20 Tîrmeh 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 215’an de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 108’an di roja 215’an de berdewam dike. Çalakiya li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û ev yek moral dide çalakvanan.