'Roja edalet pêk were ew roj dê cejna me be'

  • 11:47 20 Tîrmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît di nobeta 'Edaletê' ya di roja 134'an de ye ev peyam da:"Roja ku edalet pêk were ew roj dê cejna me be."
 
Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kir û lawekî wê hat girtin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê filîtî re çalakiya “Nobeta Edaletê” di roja 134'an de didomîne. Ji ber cejna qurbanê malbatê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê dewam kir. 
 
Malbatê li ser hesabê medyaya sanal ê xwe ev peyam da:"Îro Cejna Qurbanê ye. Cejna hemû kesî bi xêr be. Roja edalet pêk were ew roj dê cejna me be. Em bi hêvî wê rojê dipên. Em naxwazin kesên tiştê daye jiyîn heta ku bi xwe nejî bimirin."