Li Geverê serdana goran hat kirin

  • 09:46 20 Tîrmeh 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Rêxistina HDP'ê ya Geverê û heyeta bi wê re çûn serdana gorên YPS'yîyan, çûn serdana gora Suleyman Aksu yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û çûn serdana gorên PKK'yîyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Geverê û heyeta bi wê re li Kuçeya Bajêrge ya Gevera Colemêrgê çûn serdana gorên YPS'yîyan, çûn serdana gora Suleyman Aksu yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û çûn serdana gorên PKK'yîyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Heyeta ku Parlamenterê HDP'ê Saîd Dede, Hevserokên navçe û bajaran, hevserokên HDP'ê yên Geverê, rêveberên navçe û bajaran, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de li ser gora Suleyman rêz girtin. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerim Akdogan da zanîn 20'ê Tîrmehê yek ji rojên dîrokî ye û got 33 kes bi awayekî faşîzane hatine qetilkirin. 
 
'Qetilkirina 33 kesan qetilkirina hemû mirovatiyê ye'
 
Parlamenterê HDP'ê Saîd Dede jî wiha got:"Ev komkujî ji aliyê kê hatibe kirin jî wê hesabê wê bê pirsîn. Ne 6 sal 600 hezar sal derbas bibe jî wê hesab bê pirsîn. Qetilkirina 33 kesan qetilkirina hemû mirovatiyê ye. Kesên li dijî feraseta faşîzane dengê xwe dernexin ji mirovatiyê nesîbê xwe negirtine."
 
Serdana goran piştî duayan bi dawî bû.