Tarik Kaplan ê Nurcan qetil kir hîna nehatiye girtin

  • 09:01 20 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Mêrê bi navê Tarik Kaplan ku li hember Nurcan Kaplan a di asta destberdanê de bû, hewldana qetilkirinê pêk anî, hîna nehatiye girtin.
 
Li taxa Şehîdlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê mêrê bi navê Tarik Kaplan, li hember Nurcan Kaplan ku di asta destberdanê de bû, di 1’ê Hezîranê de hewladana qetilkirinê pêk anîbû. Gumanbar Nurcan û dayika wê birîdar kir û ji cihê bûyerê reviya. Nurcan ku bi mirinê re hat rû hev, gumanbarê wê hîna nehatiye girtin.
 
‘Gelo piştî mirinê wê dengê min bê bihîstin’
 
Nurcanê da zanîn ku 15 salan rastî şîdeta sîstematîk a gumanbar hatiye û bi salan gelek carî gilî kiriye lê tu tedbîr nehatine girtin. Nurcanê wek hemû jinên şîdet li wan hatine kirin bang kir û got: “Gelo ji bo girtina gumanbar divê em bimirin? Bi salan şîdet li min hat kirin. Min her tim gilî kir. Biryarên parastinê nas nekir. Lê bawer im piştî bimrim wê dengê min bê bihîstin.”
 
‘Dixwazim alîkar bin’
 
Nurcanê destnîşan kir ku bi salan şîdeta fîzîkî ya aborî jî dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya birîndar bibim rewşa min a aborî xerab bû, piştî birîndarbûnê hîn bêtir xerab bû. Cihê lê dimam ji bo tenduristiya min nebaş bû. Ji ber Tarik Kaplan nikaribûm biçim mala xwe. Min nikaribû hewcedariyên xwe bianiya cih. Ez nikarim ên zarokên xwe bînim cih. Dixwazim destê alîkariyê dirêjî min bikin.”