Di cejnê de jî Emîne Şenyşar û kurê wê lêgerîna edaletê domandin

  • 12:35 19 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê bi 'nobeda edaletê' cejnê pêşwazî dikin wiha gotin:"Em di bin zilmê de cejnê pêşwazî dikin. Di bin zilmê de cejn nabe."
 
Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kir û lawekî wê hat girtin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişê filîtî re çalakiya “Nobeta Edaletê” didomîne. Malbat 133 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dike. Malbata Şenyaşar di erefeya cejna qurbanê de jî li ber edliyeyê lêgerîna xwe ya edaletê domand. 
 
'Gelo di bin zilmê de cejnek çawa dibe?'
 
Ferît Şenyaşar têkildarî çalakiyê wiha got:"Sibehê cejna qurbanê ye. Em di bin zilmê de dijîn. Gelo di bin zilmê de cejnek çawa dibe? Yên ku hatiye serê wan dizanin. Em naxwazin ev yek were serê tu kesî. Sê mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Birayekî min jî di hefsê de ye û bi awayekî bêhiqûqî 38 sal ceza lê birîn. Sê sal in di hucreyek yek kesî de tê girtin. Ez û dayika xwe têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Em di zilmek nayê ravekirin de dijîn. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Em ê piştî cejnê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Heke dozgerên komarê wezîfeya xwe nakin, bila li ser wan paldankan rûnenên. Em ê bi biryarî têkoşîna xwe bidomînin."  
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev parve kir:"Hemû kes di tatêla cejna qurbanê de ye. Dayika me li ber edliyeyê li dû EDALETê ye.. Di bin zilmê de cejin nabe! "