Li Mexmûrê koma 108’an çalakiya greva birçibunê dewir girt

  • 10:55 19 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro ji aliyê koma 108’an hat dewirgirtin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 214’an de berdewam dike û koma 108'an dewir girt. Merasîma çalakiyê di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. 
 
'Êdî dem dema em ji dagirkerî û dîktatoran re bêjin êdî bes e ye'
 
Li ser navê koma 107’emîn Ehmet Nêrwehî xêrhatina gel kir û bi van gotinan axaftina xwe domand:"Li hemberî tecrîda mutlaq a li ser Rêberê me tê meşandin, her wiha hovîtiya li ser me kurdan tê meşandin pêwîstî bi serîrakirinek bi hêz heye. Rêber Apo ji bo tevahî gelê kurd û mirovahiyê her tişt kiriye û her tiştê xwe feda kiriye. Rêber Apo tevahî hêz, bawerî û îradeyek mezin daye gelê kurd. Kesên ku fikrên Rêber Apo dipejirînin, kesên demokrat, azadîxwaz in û gelê kurd ê di vê baweriyê de ne serî li hember dagirker û dîktatoran natewînin. Dema wê ye ku êdî em ji neyar re bêjîn êdî bes e, heta kengî tu yê me kole û bê îrade bihesibînî? Em xwedî hêz, îrade û baweriyek gelek mezin e ku nahêle tu neyarên gelê kurd û mirovahiyê hespê xwe di axa Kurdistanê de bide bazdan. Li hember vê zilma heyî têkoşîn, berxwedan û wekhevî pêwîst e. Em pirsgirêkên xwe yên navxweyî daynîn aliyekî, welatê xwe û gelê xwe bihizirin. Em xwediyê vê axa qedîm in ji bo wê em xwedî li têkoşîn, civak û Rêberê xwe derbikevin. Em di wê baweriyê de ne ku wê serkeftin ya gelê kurd be. Em dixwazin bi Rêberê xwe re di welatekî azad de bijîn."
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.