Jina ducanî ku polîsan lêdabû: Bi qûndaxa çekê li pişta min dan

  • 15:05 18 Tîrmeh 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Hatîce Baykara ya ducanî ku polîsan bi ser mala wê de girt û lêda wiha got: “Bi qûndaxa çekê li pişta min dan. Bi porê min girtin û min avêtin erdê. Ez ê gilî li polîsan bikim.” 
 
Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê di 16’ê tîrmehê de polîsan bi ser mala Hatîce Baykara ya 8 mehî ducanî de girtibûn û lêdabûn. Polîsan bi qûndaxa çekê li Hatîce da û bi porê wê girtibûn û avêtibûn erdê. 
Hatîce ji ber îşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çûbû û xizmên wê ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Hatîce  ya ji nexweşxaneyê derket ji Ajansa Mezopotamya (MA) re tişta hat serê wê vegot. 
 
 
Hatîce Baykara anî ziman ku nêzî 20 polîsan serê sibehê bi ser mala wê de girtine û wiha got: “Li derî dan. Camên me şikandin. Min çawa derî li wan vekir, bi porê min girtin û min avêtin ser wan camên şikestî. Min ji wan pirs kir got çi dibe. Gotin ‘hiş be neaxive’. Min xwest ez rabim ser pêya, lê bi qûndaxa çekê li min pişt amin dan. Zarok tirsiyan û qîriyan. Min got çima hûn zirarê didin min û çima zarokên min ditirsînin. 4 zarokên min tirsandin.” 
 
Çek dan serê min
 
Baykara destnîşan kir ku polîsan cek xistiye serê wê û got: “Heta ku lêgerîna malê qediya, polîsan çeka dan serê min dananîn.”
 
Çawa zarok ji ber te neçû?
 
Hatîce da zanîn ku di kêliya serdegirtinê de êşên wê zêde bûn û ketiye erdê û wiha got: “Piştî polîsên bi ser malê de girtin çûn, me bangî polîsan kir. Min birin nexweşxaneyê. Doktoran pirsa ‘çawa zarok ji ber te neçûye, pir li te dan?’ ji min kirin. Min ji doktoran re got ez ê giliyê polîsan bikim û lewma rapor bo min amade kirine.” 
 
Gilî li polîsan kir 
 
Hatîce got piştî ew ji nexweşxaneyê derketiye çûye Muduriyeta Polîsan gilî li polîsan kiriye û got: “Rapor nedan destê min. Ji min re gotin polîsan daye dozgeriyê. Ez bi tena serê xwe li malê bûm. Heta dawiyê ez ê giliyê wan bikim. Dibû zarok ji ber min biçûya.”