Kongreya Star di salvegera şoreşê de banga têkojîna mezin kir

  • 14:45 18 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û teqez kir ku hedefgirtina jinên pêşeng ji aliyê pergalên dagirker ve, îsrara jinan zêde dike û bang li jinan kir ku têkoşîna ji bo azadiyê mezin bikin.
 
Koordînasyona Kongreya Star- Rojava bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de şehîdên ku di oxira azadiyê de şehîd bûn bi bîr anî û salvegera şoreşê li Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo pêkanîna azadiya jin û civakê her tiştê giranbiha feda kir, pîroz kir û şehîd Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Arîn Mîrkan, Gulê Selmo, Zehra Berkel, Avesta, Hind, Seeda û bi sedan jinên berxwed silav kir û bir anî.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi awayekî cûda şoreşên Rojhilata Navîn xiste nava tevgerê, ji ber wê jî Bihara Gelên Rojhilata Navîn hate ragihandin û 19`ê Tîrmeha 2012`an weke roja destêkirin û ragihanina şoreşê hate diyarkirin û li şûna saziya dewletê ya lawaz, pergaleke civakî ya temam û hevgirtî ava kir. Jin di nava şoreşê de pêşeng bû, cihekî girîng û roleke mezin di hemû alî û qadên têkoşînê de girt, destk da qada leşkerî û heta qada siyasî, aborî, çandî û civakî û her tim pêşeng bû. Ji ber wê yekê Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin. Pêwîste hemû jin dakevin qadên berxwedanê û ji bo azadiyê têbikoşin.”