‘Divê îfadeya zarok esas bê girtin’

  • 09:04 18 Tîrmeh 2021
  • Rojane
Sevîn Sutçu
 
ENQERE - Endama Komeleya Terapiya Malbatê ya Navneteweyî (ÎFTA) Sîbel Usluer Erenel der barê şerta ‘delîla şênber’ ya di îstîsmara zarokan de tê xwestin de axivî û da zanîn ku wê pirsgirêkan bixwe re bîne û got divê li gorî hewcedariyên zarokan mijar bên diyarkirin, di mijara hiqûqê de divê endamên darazê ji bo zarokan perwerdeya taybet bigirin.
 
‘Pêşnûme Qanûna Der barê Guherîna di hinek Qanûnan de û Qanûna Muhakemeya Ceza’ ya 27 xalî ku di raya giştî de wek 4’emîn pakêta darazê tê zanîn di 8’ê Tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Di pakêta darazê de di sûcên wek îstîsmara zayendî, ji qestî kuştin, îşkenceyê şerta ‘delîla şênber’ tê xwestin. Ev qanûna ku şerta delîla şênber dixwaze, zemîna qanûnî ya rewakirina îstîsmara zayendî jî amade dike.
Endama Komeleya Terapiya Malbatî ya Navneteweyî (ÎFTA) û Damezrînera Enstîtuya Terapiya Malbatî û Pêşketina Mirovan a Satir  Sîbel Usluer Erenel diyar kir ku di mijara mafê zarok û pêşîgirtina şîdeta li hember zarokan de biryarên tên dayîn ji ajansa me re nirxand.
 
‘Ji bo îfşa dereng bikeve her tiştî dikin’
 
Sîbelê balkişand ser pirsgirêkên di pêkanîna qanûnan de û got di xala 13’emîn ya di pakêta darazê de cih digire, ji bo sûcên îstîsmara zayendî delîla şênber tê xwestin û ev jî fikaran zêde dike. Sîbelê wiha got: “Ji ber vê nokteyê de îfadeya zarok esas e. Zarok jixwe di bin şertên zehmet de diçin îfadeyê. Ji xwe hatiye îstîsmarkirin. Ev bi giştî veşarî, zext û tehdîdê tê kirin. Zarok bi kesekî pê bawer dike re dibêje. Gotina vê jî zehmet e. Ji xwe zarok travmayê dijî. Di vê nokteyê de zarok tê tirsandin. Niha jî ji bo derengkirina îfşayê her tişt tê kirin.”
 
‘Divê îfadeya zarok esas bê girtin’
 
Sîbelê daxuyakirin ku di pêkanînên berê de zarokan di şertên zehmet de îfade didan û ji xwe di esasgirtina îfadeyan de pirsgirêk dihat jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Niha delîla şênber tê xwestin. Ev jî titşekî zehmet e û mirovan dike fikaran. Em dibêjin ku îfadeya zarok esas e. Di îfadeya zarokê de gelo tiştekî şênber çawa tê xwestin. Di pergala darazê de ger ku pergal bê başkirin ji xwe ne tenê îfadeya zarokan, rapora edlî, nêrînên derûnas û rapora bijîşk tê xwestin. Dema li navena şopandina zarokan  îfadeya zarokan tê nirxandin peywirdarên pêwist li wir in. Di wir de îfadeyên bi nakok ji xwe nabin. Em vê dibêjin; Zarok derewan nake, di lêkolînên tên kirin de zarok ji sedî sed rast dibêjin. Ji ber vê divê îfadeya zarok esas bê girtin.”
 
‘Divê zarok wek kes bê dîtin’
 
Sîbelê wiha dirêjî dayê: “Di pergala parastina zarokan de pirsgirêk hene. Bi taybet em parêzvanên mafên mirovan her tim vê dibêjin.  Di pêvajoya darazê de hewcedarî bi dozger û dadgerên ku bûne pispor heye. Ji ber ku beriya her tiştî zarok wek mezinekî nikare xwe îfade bike. Ji bo vê perwerde û zanînek taybet hewce dike.”
 
‘Berpirsyariya her kesî heye’
 
Sîbelê destnîşan kir ku malbat bi guman in ku gumanbarên li dijî zarokan sûc dikin ceza negirin û daxuyakirin ku her kes di mijara parastina zarokan de berpirs e û got her kes di vê mijarê de berpirs e.  Sîbelê her wiha daxuyand ku ji sedî 80’ê gumanbarên îstîsmarê ji derdora nêz in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li dijî îstîsmarê divê xebatên parastin û pêşîgirtinê bê kirin. Mînak ne tenê daraz e, di vê mijarê de xebatên pêşîgirtinê divê bên meşandin. Hewce heye ku di vê mijarê de nezelalî bê ronîkirin. Di îstîsmara li hember zarokan de du nokte balê dikişînin. Ya yekem tiştên zarok dijîn. Malbat divê zarokê biparêze û tedbîran bigire. Ji bo başbûna zarok divê mudaxaleyên beden û ruhî bê kirin. Ya duyem jî cezakirina gumanbar e. Ji ber vê divê daraz jî îfadeya zarokan esas bigire û îfadeyan wek delîl esas bigire.”