ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

  • 09:00 18 Tîrmeh 2021
  • Rojev
*Têkildarî Komxebata Helbesta Kurdî Helbestkar  Nûrcan Delîl diyar kir ku komxebata wan ji hemû kurdên li seranserê cîhanê pêk tê û wiha got: "Em ji bernameyên xwe gelek sûdê digirin. Ji ber ku hem hevalên me hezkiriyên çand û wêjeya zimanê xwe ne, hem jî ji bo parastina çand û wêjeya kurdî xebatek gelek bi taybet e." DÎMEN HEYE
 
*Endama Komeleya Terapiya Malbatê ya Navneteweyî (ÎFTA) Sîbel Usluer Erenel der barê şerta ‘delîla şênber’ ya di îstîsmara zarokan de tê xwestin de axivî û da zanîn ku wê pirsgirêkan bixwe re bîne û got divê li gorî hewcedariyên zarokan mijar bên diyarkirin, di mijara hiqûqê de divê endamên darazê ji bo zarokan perwerdeya taybet bigirin.
 DÎMEN HEYE
 
*Şoreşa Rojava ya ku hêviya jiyaneke nû ya gelane 10 salî ye. Rojnameger Ozgur Serhad ku Şoreşa Rojava di cih de şopand diyar kir ku şoreş ji bo sedsala 21’ê bûye hêvî û ji bo gelên di cendereya bi xof a modenîteya kapîtalîst de jî bûye bîhnek.