Dayikên Şemiyê: Ne me kesên hezkiriyên me winda kirine bidarizînin

  • 16:03 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku ji ber aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin dibirsin derbarê wan de doz hatine vekirin, ev tişt gotin: "Ne me, kesên ku hezkiriyên me dan windakirin û ev rewş afirandin bidarizînin."
 
Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" di hefteya 851'emîn de ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan ji ber çalakiya xwe ya hefteya 700'emîn de ku hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin kirin rojev. Xwişka Hesen Ocalan ku di bin çavan de hatibû windakirin Maside Ocak, danişîna kesên ku di hefteya 700'emîn de hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin bi bîr xist û da zanîn ku vê hefteyê ji agahdarkirina derbarê dozê re veqetandine. Maside, xwest ku pêwistiya hiqûqa navneteweyî ji wan re bê kirin û ev tişt got: "Ne me kesên hezkiriyên me winda kirine û ev rewş afirandin bidarizînin."
 
Ji parêzerên dozê Metîn Îrîz û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivîn û diyar kirin ku bi Dayikên Şemiyê re têkoşîna windayan bidomînin.