Nobeda edaletê di roja 131'ê de ye: Tu zilm ne bêdawî ye

  • 13:50 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît ên ku nobeda xwe ya "Edaletê" di roja 131'ê de didomînin li ser hesabên xwe yên sanal wiha gotin:"Sona zulumkaran nêz e."
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji 9’ê Adarê ve dewam dike, di roja 131’emîn de ye. Malbatê ji ber dawiya hefteyê, çalakiya xwe ya nobetê îro li mala xwe dewam kir.
 
'Tu zilm ne bêdawî ye’
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam da: “Tu zilm ne bêdawî ye. Bêguman dawiya zaliman nêz e. Daraz jî, bi nepirsîna hesabê komkujiyê, dibe şirîkê sûc. Em ji bo her kesî EDALET’ê dixwazin.”