Di salvegera ambargoya li ser Mexmûrê de daxuyanî hat dayin

  • 13:44 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Saziya Tendûristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di duyemîn salvegera ambargoya li ser Mexmûrê de diyar kir ku ew bang li hemû aliyan dikin ku ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin. 
 
Saziya Tendûristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî duyemîn salvegera ambargoya Mexmûrê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama tendûristiyê Têkoşîn Işilak ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di salên 1990’î de bi mezinbûna têkoşîna azadiyê re dewleta faşîst a tirk bi hemû hewiladnên xwe yên millîtarîst e xwest vê têkoşînê bifetisîne. Di encama vê de bi deh hezaran mirov bê war man. Bi hezaran jin, zarok, ciwan, yextiyar hatin kuştin. Nêzî 30 hezar gund hatin şewitandin  û valakirin. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran mirov neçar bûn ser xaka xwe koçber bibin. Beşek ji wan mirovan jî  neçar bûn ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Ji sala 1994’an ve gelê wargehê ji ber zilma dewleta tirk cihên cuda ji xwe re kirine wargeh. Lê rexmê wê jî her tim bi êriş û gefên dewleta tirk a faşîst re rûbirû mane. Di 17'ê Tîrmeha 2019’an ve bi hêceta kuştina mîtê tirk Osman Kose yê ku destê wê di nava xwîna zarok û qehremanên kurdan de hebû û her çendî tu eleqeyê gelê wargehê di kuştina vî mîtê de nîne jî lê ambargoyek bi talîmatê dewleta tirk a faşîst bi destê PDK’ê li ser wargehê danî. 
 
Wargeha Penaberan şêniyên xwe jî mirovên pîr, kal û zarokan pêk tê. Ji ber vê ambargoyê bandorên neyînî li ser tenduristiya wargehê çêbû. Bi taybetî di hêla derûnî û tenduristiyê de bandor da çêkirin. Vê rewşê hişt ku nexweşên giran di seytereyan de werin sekinandin û jinên ducanî jî zarokên wan ji ber biçin. Ji ber van sedeman weke tendûristvanên wargehê jî gelek zehmetî di hêla me de jî hate jiyîn. Em baş dizanin ku ev leyistoka ser wargehê tê meşandin çavkaniya xwe ji çi digire. Lê ev ambargo bi tu awayî li ser îrade û berxwedana gelê me bandor nedaye çêkirin. Em weke Komîteya Tendûristiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bang dikin kesên rewşenbîr, demokrat, sazî û dezgehên dibêjin em mafê mirovan diparêzin bi erkên xwe rabin. Bi taybet bijîşk û tenduristvanên ku dibêjin em tendûristiya gelan ya xwe dibînin demek ji ya din zûtir li erk û berpirsiyartiya xwe xwedî derkevin. "
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.