Xizmên Windayan çalakiya xwe ya hefteya 649'an li dar xist

  • 13:10 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
AMED - Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" di hefteya 649'an de li dar xistin.
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin" di hefteya 649'an de li dar xistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ku di 7'ê hezîrana 1995'an de bi torosa spî hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin hat pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê Jiyan Ormanli, çîroka Aksoy û Orhan Cîngoz vegot.
 
Jiyan, diyar kir ku Edîp Aksoy li gundê Zenge yê navçeya Licê ya Amedê jiyaye û 3 caran ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û îşkenceyên giran lê hatine kirin û derbarê Edîp Aksoy de ev agahî dan: "Di sala 1993'an de di encama zexta leşkeran de koçî navenda Amedê dibe. Edîp Aksoy bi firotina titûnê debara mala xwe dikir. Di 7'ê hezîrana 1995'an de ji mala xwe derket û çû dikana xwe ya li kolana Melîkahmetê. Di saetên nîvro de gundiyê xwe Orhan Cîngoz (23) dît û bi hev re çûn Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar ê li Deriyê Çiyê. Li vir dema ku bi hevalên xwe re sohbet dikirin toroseke spî hat li ber wan sekinî û 3 kesên bi kincên sivîl piştî ku nasnameya wan kontrol kirin Edîp û Orhan bi xwe re birin. Rexmî ku ev li ber çavê herkesî pêk hat jî binçavkirina wan hat redkirin. Hemû hewldanên ÎHD'ê û malbatan bê encam mane û heta niha agahî ji wan nehatiye girtin."